Pirsgirêkên stargeh û avê dibe sedema nexweşiyan

Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Adibellî anî ziman ku pirsgirêkên stargeh û avê nexweşiyên zekem û enfeksiyona qirikê zêde dike û destnîşan kir ku ev pirsgirêk divê tavilê bêne çareserkirin.

Du erdhejên ku navenda wê Mereş bû, 10 roj li pey xwe hiştin. Alîkariya gel bi hewldana partiyên siyasî, sendîka û gelek saziyên sivîl gihişt herêmê, lê belê ji ber ku li herêma erdhejê gelek pirsgirêk nehatine çareserkirin pirsgirêkên tenduristiyê rû dan.

Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) Gonul Adibellî ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku, di serdana xwe ya li herêmên erdhejê de bi taybetî jî pirsgirêkên stargeh û avê bûne sedema nexweşiyan.

HÊ JÎ PÊDIVIYA HERÎ SEREKE STARGEH E

Adibellî destnîşan kir ku pêdiviya herî sereke li herêmê hêj jî stargehe û wiha got, “Weke SES’ê me dest bi çavdêrîkirin, şopandin û raporkirina rewşa erdhejê û her wiha pirsgirêk û aloziyên xebatkar û welatiyan di heman demê de kir. Di rojên ewil de pêwîstiyên wek xwarin, xurek, cil û berg hebûn, lê niha em dikarin bêjin ev hatine bicihanîn. Bi rastî, ev hewcedarî dê di demên pêş de dîsa derkevin holê. Lê belê, ya ku em dikarin bibêjin wekî hewcedariya herî mezin a niha hem ji xebatkarên tenduristiyê û hem jî ji welatiyan re stargeh e.

Ev bû 10 roj û hê jî kon neçûne gelek cihan. Konên ku diçin herêmê jî piranî bi rêya dildar, sazî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên sivîl û sendîka ne. Ev sazî jî hewl didin bi derfetên xwe çareser bikin, lê di vî warî de hîn gelek kêmasî hene. Mirov mixabin li derve, di wesayîtan de, an jî wekî din ji bo stargehê çareyan dîtin."

Gonul Adibellî diyar dike ku hewcedariya bi tuwalet û avê dibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê û wiha got: “Li cihê ku tuwalet tune be, paqijî tune. Fikarên me hene li ser derketina nexweşiyan li cihên ku paqijî lê tune ye. Li aliyê din av jî ji bo serşokê pêwîst e. Niha kêmasiya gihandina ava paqij heye. Mirov hîna jî nikarin xwe bişon. Bi awayekî komî dijîn ev dîsa dibe sedema nexweşî.

Dîsa nexweşî hene ku em jê re dibêjin enfeksiyona rêka nefesê ya jorîn, ku di encama sarbûna mirovan de ji ber ku hewcedariya bi stargehê nayê peyda kirin pêk tê. Kesên ku nexweşên kronîk in, ji ber van tedbîrên ku nayên girtin, alîkariya ku nayê kirin, niha rastî xetereyê ne. Tiştekî din ê ku me dît ew bû hewirdor tejî qirêj bûye. Ger pêşî li van komikên çopê neyê girtin, wê enfeksyon derên û li her derê belav bibin. "

DIVÊ TANKÊN AVÊ WERIN ÇÊKIRIN

Adibellî piştî ku behsa pirsgirêkên ku ji ber hewcedariyên wek stargeh û ava paqij derketine holê jî van tiştan wekî pêşniyarên çareseriyê destnîşan dike: “Wek ku min di serî de jî got, divê bi lezgîn kon ji bo sitargehê bên danîn. Di vê çarçoveyê de divê sobe jî bên dayin ku mirov germ bibin û nexweş nekevin. Weke çareseriya herî lezgîn divê gihandina avê bi tankeran bê veguheztin û cihên ku dê av lê bê barkirin bên diyarkirin.

Di heman demê de, ji me re wesayîtên bikêrhatî lazim in da ku em karibin lênihêrîna tenduristiyê bidin. Ji ber ku gihandina tax û gundên derdorê zehmet e. Hevalên li qadê ji bo xizmetên tenduristiyê derfetên xwe bi kar tînin, lê çareseriyên mayînde hewce ne.”