ROJEVA 15'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Îro salvegera revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi komployeke navneteweyî ye. Hêzên komploger wê li gelek welatan bêne şermezarkirin.
- Cemîl Bayik anî ziman, hêza esasî ya ku sîstema Îmraliyê ava kir û Rêberê Gelê Kurd lê dihêle, hêzên modernîteya kapîtalîst e û got, "Îmrali cihekî sîstema qirkirinê ye. Di heman demê de cihê têkoşîn û berxwedanê ye."
- Ji komîteya amadekar a çalakiya nobedê Zulfu Bîngol got, "Heta ku Rêberê me azad nebe têkoşîna me naqede. Ji ber ku azadiya gelên me bi azadiya Rêberê me ve girêdayî ye" û her kesên tevlî çalakiyê bûn silav kir.
- Ji fermandarên HPG'ê Rojhilat diyar kir ku komplogeran ji bo îmha û tasfiyeyê demeke jî diyar kiribûn, lê belê hesabên wan li hev nehatin û got, "Ji ber ku îdeolojiya PKK'ê li ser hîmên xurt ava bûye."
- Gerîlayên HPG û YJA Starê ji ber salvegera komploya navneteweyî axivîn û gotin, "Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em ê têkoşîneke bêeman bimeşînin."
- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.
- Saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demeke kurt piştî rûdana erdhejê ketin nava liv û tevgerê, bersiv dan pêwîstiyên mexdûrên erdhejê yên li herêma xwe û li gel derfetên xwe yên kêm ji bo alîkariyê bi herêmên din ên Sûriyeyê re bike tevgeriyan.
- Gerîlayên ku bi eslê xwe Ereb in, diyar kirin ku ew ji bo azadiya Kurdistan û tevahî mirovahiyê tevlî nava refên gerîla bûne û gotin: “Em ê heta dawiyê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bijîn û em ê dest jê neberdin.”
- Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên bal kişand ser têkoşîn û rola jina Kurd a li dijî komployê û got, "Jin li ser fikir û felsefeya Ocalan têdikoşin. Bi vê têkoşînê hem xwedî li Ocalan derdikevin hem jî komployê pûç dikin."