HDP’ê giliyê wan kesan kir ku destûra îmarê dane
HDP’ê giliyê wan kesan kir ku destûra îmarê dane û berpirsên hilweşandinê ne.
HDP’ê giliyê wan kesan kir ku destûra îmarê dane û berpirsên hilweşandinê ne.
Di encama erdheja Mereşê de ku bandoreke giran li ser Mereş, Dîlok, Semsûr, Hatay, Meletî, Edene, Amed, Osmaniye, Kîlîs û Rihayê kir, bi hezaran avahî hilweşiyan, bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û sedhezaran kes jî birîndar bûn.
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê giliyê mitehit, şexs, sazî û dezgehên cemaweriyê kir yên ku bêyî guh bidin xetên fayê planên îmarê çêkirin, yên plan erê kirin, nehiştin vênerîn were kirin. Di heman demê de HDP’ê giliyê kesên bûne sedem ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dereng dest pê bikin, kêm yan jî xelet dest pê bikin û bi vê yekê re bûne sedema mirina gelek kesan, kir.
Komîsyonê xwest ku kes û saziyên derheqê wan de gilî kirine bi sedema “Kuştina mirovan a bi qestî”, “Sûcê sersariya di kuştina mirovan a qestî de” , “Sûcê birîndarkirina mirovan” û “ziyandayîna mal” bên cezakirin.
Di serlêdana sûc de hat xwestin ku ji bo parastina delîlan û rê li ber girtina reva gumanbaran, tevdîrên pêwîst bên girtin.