Cenazeyê Gureşçî yê ku jendirmeyan ew bi êşkenceyê kuştibûn hate veşartin

Li Altinozuya Hatayê jendirmeyan Ahmet Gureşçî destgîr kiribûn û piştre ew bi êşkenceyê kuştibûn. Cenazeyê Gureşçî hate veşartin.

Li Hatayê tîmên Qereqola Jendirmeyan a Altınozuyê di 12’ê Sibatê de bi îdiaya ku di 7’ê Sibatê de ketiye bayiya tekelê û “dizî” kiriye Ahmet Gureşçî destgîr kiribûn. Gureşçî, di encama êşkenceya giran de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Ahmet Gureşçî piştî otopsiya wî hate kirin duh ji aliyê malbata wî ve ji morga nexweşxaneyê hate wergirtin û bi awayekî bêdeng hate veşartin. 

Sabrî Gureşçî yê bi birayê xwe re hatibû destgîrkirin, duh sewqî edliyeyê hate kirin. Gureşçî yê ji ber îşkenceyê birîndar bûbû, bi armanca rapora derbê bigire birin Edeneyê. Sabrî Gureşçî piştî karên fermî wê dîsa sewqî edliyeyê bê kirin.

Her wiha gelek kesên bi birayên Gureşçî re hatibûn destgîrkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.