Di ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat de 24 sal derbas bûn. Li dijî vê yekê gelek sazî û partiyên siyasî bertek nîşan didin û di nava tevgerekê de ne. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî têkildarî komployê daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin.
Daxuyaniya DBP’ê wiha ye:
“Di 25’emîn salvegera Komploya Navnetewî de mixabin em bi erdhêjê re rû bi rû ne, destdilatiya AKP-MHP’ê weke mijarên din ên civakî di vê karesatê de jî berpirsiyariya xwe bi cih neanî, li şûna ku birînan derman bike hewl dide ku alîkarî û piştgiriya saziyên sivîl û dilxwazan asteng bike. Da ku rê li ber bertekan bigire û li ser keda sazî û dilxwazan, xwe li heremên erdhêjê bide xuya kirin. Ev karesat careke din nîşanê me dide ku paradîgmaya Birêz Ocalan a demokratik, ekolojîk û azadiya jinê çiqas girîng e. Ev paradîgmaya ku li Rojava ji bo gelên bindest bûye mînaka azadiyê, li Rojhilat bi dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ bûye hêviya serkeftinê, di heman deme de jî sedema berdewamiya komploya navnetewî ye ku îro bi rêya tecrîdê pêk tê.
Netewe dewlet û hêzên hegemonîk ên weke NATO’yê ku di komployê de cih girtin û qaşo ‘pîvanên mafên mirovahiyê diyar dikin’, ji bo berjewendiyên xwe biparêzin ti pîvanî nasnekirin. Îro helwesta saziya sivîl a navnetewî CPT’ê ya li dijî tecrîdê ya ku derbarê rewşa Birêz Ocalan bêdeng dimîne, careke din nîşan dide ku ev sazî li gor berjewendiyên hêzên hegemonîk tevdigere û mafên mîrovan paşguh dike. Hêzên navnetewî jî bi destê AKP-MHP’ê û bi rêya tecrîdê hewl didin ku komplo serbikeve.
Birêz Ocalan hem ji beriya komployê û piştî komployê bi rêya agirbestan hewl da ku rê li ber çareseriya pirsgirîka Kurd veke. Lê ev hewldanên wî ji aliye hin hêzan ve bi rêya provakasyonan hate astengkirin. Ên ku piştgirî dan van hêzan em îro baş fehm dikin ku dixwazin bi rêya tecrîdê komployê berdewam bikin.
Em wek DBP’ê careke din Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin û bang li saziyên sivîl û mafên mirovan ên navnetewi, bi taybetî CPT’yê, dikin ku berpirsyariyên xwe yên sereke bi cih bînin. Banga me ya ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyê, hêzên demokrasiyê jî ew e ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsigrêkên civakî, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, li dijî pergala tecrîdê helwesteke zelal nîşan bidin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.”