ROJANE
Hemû Nûçe
-
Pergalek rant û komkujiyê: Efûya ji bo îmarê
Li Tirkiyeyê piştî 12’ê Îlonê, afirandina “aştiya îmarê” weke pêkanîna polîtîkayên neolîberal, hat dîtin. Ji 2002’an û vir ve ku AKP hatiye ser desthilatdariyê, 8 caran efûya îmarê hat derxistin. -
Serokê berê yê CHP’ê Denîz Baykal mir
Denîz Baykal ê ku demeke dirêj serokê CHP’ê bû mir. -
Têkoşîn wê her tiştî diyar bike
Hêzên hundirîn û ji derve ya sîstema heyî hemû, ji bo tasfiyekirina min bûn yek. Bi rêbaza derhiqûqî û komploger jî be, hewl didan ku fermana mirina min gav bi gav binivîsînin. -
Şenol Koksal: Ger erdhej çênebûya wê li meclîsê biryara efûya îmare bihata dayîn
Koksal, anî ziman ku ji erdheja 17'ê Tebaxê ti tecrube nehatiye stendin û bi bîr xist ku ger ev erdhej çênebûya, wê di dema pêş de 'efûya îmarê' biketa rojeva meclîsê. -
Demîr Çelîk: Dewlet dixwaze Kurdên Elewî ji Mereşê koç bikin
“Dewlet bi rewakirina erdhejê re dixwaze Kurdên Elewî sirgûnî metropolan bike û li wir Îslama Tirk-Sunnî li ser wan ferz bike. Hikûmet dixwaze Kurdan, bi taybetî Kurdên Elewî ji hev dûr bixe.” -
ROJEVA 11'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Mam Faris bang li cotyaran kir ku alîkarî bidin mexdûran
Serokê Cotyaran a Serdem Mam Faris Husên ê ji Hewlêrê berê xwe da Silêmanî alîkariya xwe li Kargeha Cixare pêşkêş kir, bang li hemû cotyaran kir ku alîkariyê xwe pêşkêşî sazî û tevgerê bi bawer bikin ji bo bigihêje mexdûrên erdhejê. -
Hesen Cûdî: Rêber Apo, komplo bi berxwedanê pûç kir
Li navenda Nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê, li ser salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî semînerek hate dayîn. Rojnamevan û Nivîskar Hesen Cûdî ku semîner da, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo bi avê de biriye. -
Îpekyûz: Li Semsûrê pêwîstiya lezgîn bi sobe û konan heye
Parlementerê HDP'ê Necdet Îpekyuz diyar kir ku, li Semsûrê hîna jî pêwîstî bi kon û sobe heye û got: "Ji bo lîsteya pêwîstiyan divê bi koordînasyonan re têkilî bê dayîn." -
Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Me gelek kêmahî tespît kirin
Platforma Tenduristiyê ya Amedê ragihand ku di rapora xwe ya têkildarî erdhejê de gelek kêmahî tespît kirine û got: “Daxwaza me ya daxilbûna maseya krîzê, hat redkirin.” -
TMMOB: Xebatên dewletê têr nake, xelk li gelek cihan bi tenê ye
TMMOB’ê diyar kir ku xebatên dewletê yên li gelek cihan têr nake û destnîşan kir ku li gelek cihan xelk hewl dide ku bi derfetên xwe kesên di bin kavilan de derxîne. -
MEBYA-DER: Ji bo gelê me, çi ji destê me tê em amade ne
Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag ku beşdarî xebatên li Bazarcixê bû got, "Çi ji destê me bê em amade ne, em ê bi gelê xwe re û li herêmê bin." -
ROJEVA 10'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
HDP'ê ji bo mirinên li girtîgehan banga 'lêpirsîna lezgîn' kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku, piştî erdhejê der barê girtîgehan de agahiyên zelal nayên girtin û xwest demildest lêkolîn bê kirin. -
KNK: Dem dema piştgiriya neteweyî, xwedîderketin û alîkariyê ye!
KNK’ê banga seferberiya neteweyî kir û got, “Em bang li hemû gelê Kurdistanê, Kurdistaniyên li derveyî welat û dostên Kurdan dikin ku, di nava seferberiyê de bin û bi ruhê neteweyî û bi hîsên mirovahiyê, alîkariya mexdûrên erdhejê bikin." -
Guleryuz: Feraseta navendîparêz têk çûye, em bi hevgirtina civakî birînên xwe dipêçin
Li ser navê Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP'ê Mahfûz Guleryuz axivî û got, "Gel bê çare hatin hiştin. Feraseta navendîparêz têk çûye, em bi hevgirtina civakî birînên xwe dipêçin." -
KONGRA-GEL: Em mirovên xwe nekin hewcedarê namerdan
KONGRA-GEL ji ber erdhejê daxuyaniyek da û got, "Heyva Sor a Kurdistanê hem ji bo Bakur hem jî ji bo Rojava kampanyayê dimeşîne. Di vê dema zor û zehmet de em mirovên xwe nekin hewcedarê namerdan." -
Li Hatayê alîkariyê nadin taxên Elewiyan!
Li Hatayê bi rojan de alîkarî neçûne taxên Kuçukdalyan û Sûbaşi yên Hataye. Şêniyên taxê gotin “Ji ber ku taxên Elewiyan e, alîkariyê nadin vir.” -
Temellî: Rastiya desthilatdariya AKP-MHP’ê eşkere bû
Parlamenterê Wanê Sezaî Temellî ku di heyeta HDP'ê ya Mereşê de cih digire, diyar kir ku tabloya erdhejê hê jî gelekî giran e û astengkirina Twîtterê weke hewldana veşartina sûcên desthilatdariyê nirxand. -
Li girtîgeha Hatayê 3 mehkûm hatin kuştin
Li Girtîgeha Hatayê di dema îsyana doh de 3 mehkûm hatin kuştin. -
ROJEVA 9'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Li Îranê dibe ku 14 kes bên bidarvekirin’
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 14 kes dibe ku bên bidarvekirin û da xuyakirin ku hêzên Îranê bi êşkenceyê zor daye 10 kesan ku li xwe mikur werin. -
MLKP: Em ji rejîma faşîst hesap bipirsin
MLKP’ê banga mezinkirina piştevaniyê bi kesên mexdûrên erdhejê re kir. -
Li Semsûrê hîna li piraniya cihên kavilan xebat nayê meşandin
72 saet bi ser erdhejê re derbas bû. Her çi qasî ku rayedarên dewleta Tirk dibêjin me xwe gihandiye her derê, li Semsûrê hîna li piraniya cihên kavilan xebat neyê meşandin. Li Semsûrê ji bo alîkariyê, pêwîstî bi hêza mirovan heye. -
Serlêdana ji bo Îmraliyê: Divê bi malbatên xwe yên li qadên erdhejê hevdîtinê bikin
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din karibin bi malbatên xwe yên li qadên erdhejê hevdîtinê bikin, serlêdan kir.