Pergalek rant û komkujiyê: Efûya ji bo îmarê
Li Tirkiyeyê piştî 12’ê Îlonê, afirandina “aştiya îmarê” weke pêkanîna polîtîkayên neolîberal, hat dîtin. Ji 2002’an û vir ve ku AKP hatiye ser desthilatdariyê, 8 caran efûya îmarê hat derxistin.
Li Tirkiyeyê piştî 12’ê Îlonê, afirandina “aştiya îmarê” weke pêkanîna polîtîkayên neolîberal, hat dîtin. Ji 2002’an û vir ve ku AKP hatiye ser desthilatdariyê, 8 caran efûya îmarê hat derxistin.
Tevî ku rêxistinên civakî yên sivîl li dijî derketine, AKP’ê di polîtîkaya xwe ya navê ‘aştiya îmar’ dayê de bi israr kir û derî ji komkujiyan re vekir.
5 roj li ser erdheja ku li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê qewimî, derbas bûn. Piştî her du erdhejên bi şîdeta 7,7 û 7,6 ya navendî ya Bazarcix û Elbîstanê, car din ‘aştiya îmar’ ku weke polîtîkayên rantê tê dîtin, hat lêpirsînkirin.
AŞTIYA ÎMAR YAN JÎ EFÛYA ÎMARÊ ÇI YE?
Ya yekem bi serokatiya Tûrgût Ozal piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li ser esasê polîtîkayên neolîberal, efûya îmarê ya 1984’an hat derxistin, herî dawî di 2018’an de hat dubarekirin. Di sala 2002’an de bi lez polîtîkayên neolîberal, weke polîtîka û bernameya hikûmetê ya esas hat dîtin. Di dawiya sala 2022’an de serokê BBP’ê Mûstafa Destîcî ku şirîkê herî biçûk ê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye, qanûna aştiya îmarê hat pêşkêşkirin. Bi vî awayî ji 1980’an û vir ve 14; di dema desthilatdariya AKP’ê de hewldan hat kirin ku efûya îmarê ya 9’emîn bê çêkirin. Efûya îmarê ya 9’emîn tevlî Komîsyona Jîngehê ya Meclîsê bû.
DEWLET JI BERPIRSYARIYÊ DIREVE
Rayedarên desthilatdariyê di daxuyaniyê xwe de, ji bo aştiya îmarê “mexdûriyeta welatiyan” nîşan da. Wezareta ku qaseya dewletê tijî dike, berpirsyariya xwe ya kontrol û lêkolînê xiste ser milê civakê. Bi vî awayî dewlet bi daxuyaniya ji bo bikaranîna kel û pelên pêwîst, çêkirina projeya şaş û kontrolkirina kêmahiyan, ji berpirsyariyê reviya.
TMMOB: EFÛYÊN ÎMARÊ DIVÊ BÊN QEDEXEKIRIN
Di rapora ku ji aliyê TMMOB’ê ve piştî erdheja 2020’an a Îzmîrê de hat amadekirin de, dihat xwestin ku hemû rûhsatên di bin navê aştiya îmar de bên betalkirin. Di rapora beriya sê salan de ev tişt tê gotin: “Bi nêzîkatiya rantê avakirin û kontrolkirina pêvajoya avahiyan, dibe sedemê encamên hilweşîner ên erdhejê. Divê avakirinên bê kontrol û qeçax demildest bê bidawîkirin. Divê efûyên îmarê werin qedexekirin.”
PERGALA KOMKUJIYÊ: AŞTIYA ÎMARÊ
Serokê Desteya Koordînasyona Mereş û Odeya Mîmarên Mereşê Endezyar Yûnûs Emre Kaçamaz bertek nîşanî aştiya îmarê da ku sala 2022’an pêşkêşî meclîsê hatî kirin. Kaçmaz got ku efûkirina tiştên bi qeçax, ne aştiya îmarê ye komkujiya îmarê ye.
DAXWAZA DENGAN A AŞTIYA ÎMARÊ
AKP’iyiyan bi aştiya îmarê ya ku weke pergala rantê tê dîtin, bênavber mexdûriya gel dida pêş. Endamê Komîsyona Îmarê ya Meclîsê yê AKP’i wiha got: “Qanûnek pêwîst bû. Hem dewlet hem jî welatî wê qezenc bikin.” Lê sala 2018’an Wezîr Mûrat Kûrûm têkildarî qanûna aştiya îmarê axivî û got ku ji ber ku pereyê bi aştiya îmarê armanc kiribûn, bi dest nexistin ji bo aştiya îmarê wê demê zêdeti bikin. Kûrûm bi bîr xist ku wê 31’ê Cotmehê demê serlêdanê xilas bibe û diyar kir ku pereyê ku berê “40 milyar TL” dihat hedefgirtin jî di 5 milyar TL’ê de maye.
Aştiya îmarê ya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê weke pergalek rantê dibîne, ji aliyê kesên nêzîkî desthilatdariyê ve di reklaman de hat lîstin û weke tiştek baş pêşwazî civakê hat kirin. Wezareta Bajar û Jîngehê sala 2018’an filmê reklamê yê aştiya îmarê hat kişandin. Di filmê reklam de lîstokvan Hasan Kaçan ku bi nêzîkatiya xwe ya bi AKP’ê tê naskirin, cih girt.