HDP'ê ji bo mirinên li girtîgehan banga 'lêpirsîna lezgîn' kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku, piştî erdhejê der barê girtîgehan de agahiyên zelal nayên girtin û xwest demildest lêkolîn bê kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku, piştî erdhejê der barê girtîgehan de agahiyên zelal nayên girtin û xwest demildest lêkolîn bê kirin.
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê Nûray Ozdogan û Serhat Eren daxuyaniyeke nivîskî dan û bal kişandin ser rewşa girtîgehên ku ji ber erdhejê bandor bûne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Di karesata mezin a erdhejê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne; ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê tevî gelek navendên bajêr hêj negihiştine navçe, gund û taxan. Heya vê demê, ji girtîgehên ku cihên herî qelebalix û bêparastin in, ti agahiyek pêbawer nehat girtin.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 6’ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê, di 7’ê Sibatê de li girtîgehên Maraş Elbîstan, Aksu û Turkoglu û di 8’ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê li ser medyayê civakî hat ragihandin ku hin girtî û hikumxwaran serî hildane, hewl dane ji girtîgehê birevin, cendirme bi çek mudaxele kiriye û di encamê de birîndar û mirî hene. Ji ber agahiyên navborî xizmên kesên li girtîgehan serî li komîsyona me û gelek saziyên hiqûqî dan û ji bo bi girtî û hikumxwaran re hevdîtin pêk bên parêzer çûne girtîgehan. Daxwaza hevdîtina parêzeran ji aliyê rêveberiyan ve bi hinceta "şert ne guncaw in" hat redkirin. Lê belê di hevdîtinên parêzeran ên bi rêveberên girtîgehê û cendirmeyan re hat tespîtkirin ku girtî/mehkûm serhildan kirine, leşkeran mudaxele kirine û hemû girtî û mehkûm wê sewqî bajarên cuda bên kirin, lê belê agahî derbarê mijarê mudaleya leşkerî de çend mirî û birîndar hene de nehate zelal kirin. Dîsa ji aliyê parêzeran ve hat dîtin ku ji Girtîgeha Tîpa T ya Hatayê dûman bilind dibe. Di hevdîtinên ku li gundên derdorê hatin kirin de, hat diyarkirin ku di 7'ê Sibatê de ji sibehê heta êvarê ji girtîgehê dengê çekan hatiye, şewat derketiye, helîkopter û gelek ambûlans hatine girtîgehê.
Têkîldarê nûçeyên ku der barê girtîgehên li herêma erdhejê de derketine holê de ku bi qismî be jî hinek ji wan hatine piştrastkirin, ji aliyê Midûriyeta Giştî yan jî Wezareta Edaletê ve ti daxuyanî nehat dayîn. Di daxuyaniya ku îro di saetên sibê de hate kirin de hate gotin ku ji ber fîrar û şewata li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê "ji bo ewlehiya girtî û hikumxwaran mudaxaleya pêwîst di çarçoveya rêziknameyên qanûnî de hatiye kirin" 12 kes birîndar bûn û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.”
HDP'ê ev daxwaz kir:
"1- Bi taybetî derbarê rewşa li girtîgehên Tîpa E yên Meletî, Maraş Elbîstan, Aksû û Turkoglû û Hatay Tîpa T, malbatên girtiyan û raya giştî, bi rengekî rast û zelal agahdarkirin.
2- Derbarê rewşa tendirustiya birîndaran bi raya giştî û bi taybet malbatên wan re parvekirin û derbarê sewqên hatine kirin de agahî dayîn.
3-Ji aliyê dewlet û saziyên peywendîdar ên ku ji parastina mafê jiyanê û hebûna madî û manewî yê girtî û hikûmxwaran berpirsiyar in, di bûyerên Girtîgeha Hatayê ya Tîpa T'yê de ku bi di encama vê de kuştî û birîndar hene, erkdarên ku berpirsiyar ji kar werin dûrxistin.
4-Lêpirsînên îdarî û cezayî yên berpirsiyaran, ji raya giştî re vekirî be.malbat û xizmên wan
5-Em bang li Wezareta Edaletê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dikin ku girtî û hikûmxwarên li girtîgehên cuda ên Tirkiyeyê ku malbat û xizmên wan li herêma erdhejê hene, bêyî cudahî bi malbatên xwe re bi rêya telefonê zêdetir biaxivin."