MLKP: Em ji rejîma faşîst hesap bipirsin
MLKP’ê banga mezinkirina piştevaniyê bi kesên mexdûrên erdhejê re kir.
MLKP’ê banga mezinkirina piştevaniyê bi kesên mexdûrên erdhejê re kir.
Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhej pêk hatin û bandoreke giran li ser 10 bajaran kir. Hevserokatiya MLKP’ê daxuyaniyek nivîskî da û banga mezinkirina piştevahiya bi mexdûrên erdhejê re kir.
Di daxuyaniya ku bi îmzeya Hevserokatiya MLKP’ê hat weşandin de ev tişt hatin gotin: “Du erdhejên li navçeyên Bazarcix û Elbîstana Gurgumê ku bandor li Rojava û beşek ji Sûriye kir, bû celadê gelê me yên kedkar Kurd, Tirk û Ereb. Ji ber ku rejîma faşîst li gelek bajar, navçe û gundan tu alîkarî nadin kesên di bin kavilan de, hejmara mirî û birîndaran bi giştî nehatiye zelalkirin.
Bi deh hezaran jin, mêr, zarok û pitik ên xizan bi tirs, êş û bêçaretiya piştî erdhejê re, di sarmayê de ji pêdiviyên jiyanê yên bingehîn bêpar in. Li gel vê jî berdevken rejîma faşît ku baca erdhejê ji karker û kedkaran digire, daxuyaniyên bêar didin. Em dibînin ku li bajar û navçeyan navendên kombûnê nehatine amadekirin û nexweşxane û avahiyên fermî yên dewletê jî li hemberî erdhêjan qayîm nehatine çêkirin.
Em bi êş dibînin ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê, alavên alîkariyê û wesayitên veguhastinê yên wek helîkopter çiqasî kêm dimînin. Hemû cîhan dizane ku bi avahiyên ji bo erdhejê qayîm û birêkûpêkkirina cihên niştecihbûnê li gorî daneyên zanistî mirin û hilweşînên erdhejê hema hema tune dibe, lê Tayyîp Erdogan û kesên di bin fermana wî de hewl didin ku sûcên xwe bixin stûyê xweza û çarenûsê. Kêm maye gelê me yên kedkar sûcdar bikin.
Em bi gelê xwe yên li bajar, navçe û gundan ku bi erhejê re rû bi rû mane, piştevaniyê mezin bikin. Êş û zehmetiyên wan parve bikin. Ji bo pêdiviyên xwîn, stargeh, xwarin, vexwarin û cil û bergan seferber bibin. Em nehêlin ku gelê me bêçare bibin.
Êş û hêrsa gelê me yê Kurd û gelê me yên kedkar ku ji erdhejê bandor bûne, êş û hêrsa me ye. “