Li Navenda Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Silêmaniyê, bi boneya salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan semînerek hate dayîn.
Semîner ji aliyê Rojnamevan û Nivîskar Hesen Cûdî ve hate dayîn.
Li salonê pankarta, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dirûşma ‘Dem Dama Azadiya Rêber Apo ye’ li ser û wêneyên Şehîd Ferhat Şiblî, Xebat Dêrik, Arîn Mîrkan û gelek şehîdên din hatibûn daliqandin.
Semîner, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre Rojnamevan û Nivîskar Hesen Cûdî li ser pêvajoya komploya 15’ê Sibatê û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û li ber komployê semînerek da.
Cûdî, di semînerê de bal kişand ser van xisûsan:
‘JI BER GEL RADEST NABE, KOMPLO LI DIJÎ TÊ KIRIN’
“Bi hezaran sal in ku komplo li vî gelî tên kirin. Ji ber ku ev gel naxwaze xwe teslîmî hêzên dagirker û dewletên dagirker bike, li ber wan radibe, naxwaze vîna xwe teslîm bike. Ji bo wê, komplo tê kirin. Eger ev komplo qebûl bikira, serê xwe bitewanda, wê gel tune bibûya. Ev gel wê hê ji mêj ve tune bibûya, lê ji ber rastî û hebûna xwe diparêze, bi dayîna berdêlên zêde diparêze, bi sedan serhildan, şoreş û tevger ava kirine; ji pêyan e. Gelên hebûn, nasname, çand û dîroka xwe diparêzin tim ji li ser pêyan in. Rastiyek jî heye; li ber berxwedanê tim komplo çêbûne.
‘DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE XWESTIN KURDAN Û TEVGERA AZADIYÊ TUNE BIKIN’
Komplo ji bo şikandina vîna gel di şexsê vê tevgerê de hat kirin. Hemû hêzên nakok, li ser gelê Kurd û Rêber Apo bûn yek û komployek saz kir. Berjewendiyên van hêzan çi ne ku hatine ba hev, komployeke wiha mezin çêkir. Di cewhera Rêbertdiyê de, fikir û felsefeya wî de tu car teslîmbûn nîn e. Berxwedana mezin hilbijart. 24 sal in li Îmraliyêli ber xwe dide, rojên pêşiya me wê bibe sala 25’an. Tevî her cure êşkenceyên derûnî, fîzîkî û tecrîdê li ber xwe dide. Dema ku Serokatî ne teslîmbûn û ne jî întixar qebûl kir, komplo hêj ji serî de pûç bû. Serokatî ji bo vê komployê bide famkirin, parêzname nivîsand.
‘RÊBER APO GEL Û TEVGER JI BO QONAXEKE NÛ AMADE KIR’
Bi sedan kesan got; ‘’Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘’Bê Rêber Apo jiyan nabe’’; her kes xwe ji fedakirinê û şerekê mezin amade kir. Rêber Apo hewcedarî pê dît ku ji bo qonaxeke nû ya komployê amadehî bê kirin. Divê xwe amade bike. Hem gel hem jî tevger. Li ser wî esasî Rêber Apo paradîgma û stratejiyeke nû danî. Gel û tevger ji bo qonaxeke nû amade kir. Zehmet bû lê çêkir.
‘NEKARÎ TÊKILIYA RÊBER APO, GEL Û TEVGERA AZADIYÊ JI HEV QUT BIKIN’
Armancê bi vê komployê ew bû ku yekîtiya ruhî,fikrî û fîzîkî ya navbera Rêber Apo, gelê Kurd û Tevgera Azadiyê qut bikin û ji holê rabikin. Gava mirov lê dinihêre, dibîne ku di nava 24 salên derbasbûyî de, têkiliya Rêber Apo, bi gelê Kurd û Tevgerê re bihêztir bûye.’’
Piştî axaftina Cûdî semîner bi dirûşman dawî bû.