Demîr Çelîk: Dewlet dixwaze Kurdên Elewî ji Mereşê koç bikin

“Dewlet bi rewakirina erdhejê re dixwaze Kurdên Elewî sirgûnî metropolan bike û li wir Îslama Tirk-Sunnî li ser wan ferz bike. Hikûmet dixwaze Kurdan, bi taybetî Kurdên Elewî ji hev dûr bixe.”

Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Demîr Çelîk diyar kir ku piştî erdhejên li navenda Mereşê hewl tê dayin Kurdên Elewî ên ji Mereşê ber bi herêmên rojvayê Tirkiyeyê ve werin şandin û got “Dewlet bi rewakirina erdhejê re dixwaze Kurdên Elewî sirgûnî metropolan bike û li wir Îslama Tirk-Sunnî li ser wan ferz bike. Hikûmet dixwaze Kurdan, bi taybetî Kurdên Elewî ji hev dûr bixe, hevgirtina di navbera wan de xerab bike û çanda hevkariyê bi dawî bike.”

5 roj di ser erdheja li navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê re derbas bûn. Heta niha bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran avahî hilweşiyane. Dewlet dema ku destwerdanê nake, di heman demê de hewl dide ku rewşa awarte îlan bike û rê li ber alîkariyên ku ji hêla Saziyên Civakî ve hatine çêkirin bigire. Her wiha hikûmeta AKP’ê ji wêraniya ku li navçeyên Bazarcix û Elbîstanê yên ku herî zêde ji erdhejê bandor bûne sûd werdigire. Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk geşedanên piştî erdhejê ji ANF'ê re nirxand.

Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk diyar kir ku piştî erdheja li Bazarcix û Elbîstanê dewlet di mudaxale û alîkariyê de qels maye û got, “Weke ku tê zanîn navenda erdheja 6’ê Sibatê saet 04.17’an danê sibê Pazarcik bû. Navenda erdheja di saet 13.00’an de jî Elbîstan bû. Kurdên Elewî bi piranî li herdu navçeyan dijîn. Tevî wêraniya giran a ji ber van her du erdhejên bi lerza 7,7 pêk hat jî dewlet û saziyên wê di 40 saetên ewil de nehatin qada erdhejê. Piştî çil saetan bi piranî li Mereş, Dîlokê û hinekî jî li Hatayê derketin holê. Her çiqas erdheja li Bazarcix û Elbîstanê pêk hat, navenda erdhejê wêrantir bû jî, dewlet di roja sêyemîn de karîbû xwe bigihîne wê. Îdeolojiya avabûna dewleta Tirk a nijadperest, olperest û zayendparêz li dijî Kurd, Elewî û demokrasiyê ne. Tekparêz e, înkarê diparêze û qetlîaman dike. Ji ber vê dewlet di roja çaran de xwe gihandiye navenda Semsûrê û gundên wê. Bi cîddî jî nêz nebûye. Dewleta Tirk bi awayekî însanî, wijdanî û exlaqî nêzî karesatê nebû. Bi dîtina nasnameyên etnîkî, tercîhên siyasî û baweriyên xwe nêzî mirovên li bajar, navçe û gundan dibû. Bi bêwijdaniya ku gelo ew hilbijêrên wî ne yan na, nêzî mirî û birîndarên di bin kavilan de bû. AFAD bi vê feraseta qirêj, hov û nemirovane ya hikumetê tevdigere, li gorî fermanên jê re hatiye tevdigere. Dewlet û saziyên wê 2 rojên ewil ne li qadan bûn û hewl dan hevgirtin û alîkariya gelê me asteng bikin û alîkariyên ku hatine kirin jî desteser bikin. Di alîkariyên ku ji aliyê welatiyan û şaredariyan ve hatin şandin de afîş û pankartên li ser kamyonan hatin rakirin, nav û logoyên qeymeqam û saziyên fermî lê hatin daliqandin. Weke her car di nava qurbaniyan de kesên ku nêzî xwe bûn tercîh kirin, pêşî xwe nêzî wan kir û bi rêya wan hewl da ku têgihiştinekê çêbike. Medyaya alîgir a ku bi vê zîhniyeta dewletê ya nîjadperest tevdigere, ji xwe re kiriye peywira ku zêdetir Maraş û Hatayê ronî bike. Dewlet hewl da ku hevgirtin û alîkariya rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên sivîl ên ku erk û berpirsyariyên xwe pêk tînin, asteng bike.”

Çelîk, anî ziman ku divê hesasiyeta gelên li Ewropayê zêdetir bi rêxistin bibe û wiha got: “Di 6’ê Sibatê piştî nîvro dema erdhej pêk hat me maseya krîzê ya ku weke Platforma Komeleyên Herêmî bi taybet FEDA, DÎK’ê li hev kom kiribûn amade kir. Di heman rojê de KNK, KCDK-E û ADGB’ê çûn cem saziyên bi heman rengî û bang kirin ku gelê me vexwîne hesasiyetê. Xebatên me yên piştevaniya erdhejê yên ku li Ewropayê bi kordînasyona bi hev re tên kirin, bi hevkariya HDP, Baro û Saziyên Sivîl ên li Tirkiyeyê tên kirin û di wextê xwe de radestî mexdûrên eslî tên kirin. Gelê me û dostên me yên li Ewropayê kedeke pir bi qîmet û mezin dane van xebatên hevgirtinê. Ji bo ku gelê me muxtacî vê feraseta nijadperest, faşîst û înkarker nebe, di asteke bilind de hevgirtina civakî hate kirin.”

‘DEWLET DIXWAZE HEVGIRTINA DI NAVBERA GELÊ ME DE PARÇE BIKE’

Çelîk bal kişand ser îddîaya ku gelê me yê Kurd û Elewî yên li herêmên erdhejê ber bi bajarên rojavayê Tirkiyeyê ve tên şandin jî got “Divê em li vê meseleyê bisekinin. Ji ber ku ev feraset ji sala 1925’an bi Plana Şark Islahatê ve didome. Her partiya ku bûye desthilatdar wisa nêzî civakê bûye. Li gorî vê planê li ser Kurdan koçberî ferz kirine, gelên Ecem û Azerî û yên Kafkasyayê di nav gund û bajarên Kurdan de bi cih kirine. Di Qetlîama Maraşê ya di sala 1978’an de bi sed hezaran Kurdên Elewî dane koçkirin. Dewlet bi erdhejê re jî dixwaze Kurdên Elewî dîsa ji warên wan dûr bixîne, gelê me bişînin metrepolan û li ser wan Îslama Tirk-Sunnî ferzz bike.  Hikûmet dixwaze Kurdan, bi taybetî Kurdên Elewî ji hev dûr bixe, hevgirtina di navbera wan de hilweşîne.”

Çelîk anî ziman ku ji ber erdhejê ragihandina Rewşa Awarte armanceke xwe ya siyasî heye û got, "Ji qirkirina Koçgirî ya sala 1920'an û vir ve dewlet bi îlankirina rewşa leşkerî, ewlekariya dewletê û Rewşa Awarte her tim dixwaze Kurdistanê têxe bin kontrola xwe. Niha jî beriya her tiştî dixwazin operasyonên xwe yên siyasî ku ji sala 2016’an û vir ve dimeşînin pêk bînin û civakê bê rêxistin bihêlin. Bi kurtasî gavên ku dewletê avêtiye û biryarên hatine stendin, ji bo çareserkirina gazinên mexdûran e, ev tişt ji bo mîsogerkirina jiyan û berjewendiya dewlet û desthilatdariyê ye.”