Piştî erdheja 6’ê Sibatê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê rû da û şûnde li Başûrê Kurdistanê alîkarî li gelek deveran tên berhevkirin.
Tevî ewqas bangên ku alîkariyên digihêjin destê hikûmet û desthilatê jî nayê dayîna mexdûran, kampanyayên nêzî hikûmet û desthilatê ku alîkariya berhev dike, wê bi rêya hikûmeta Tirkiye, Îran û Sûriye bigihîne wan welatan.
Li ser vê yekê yek ji navenda ku alîkarî tê berhevkirin li Kargeha Cixare ye ku li gel Heyva Sor a Kurdistan û HDP’ê bi hev re hepar kar dikin e, heye.
Serokê Cotyaran a Serdem Mam Faris Husên ku ji Hewlêr berê xwe da Silêmanî ji bo alîkarî bike. Diyar kir ku ew ji ber bawerî bi sazî û dezgehên desthilatê naîne, ji bo wê berê xwe daye Silêmanî û alîkariya xwe radestî Kampanya Hana dike.
Mam Faris wiha got: “Ez kêfxweşim ku hatime Silêmanî alîkariya xwe pêşkêşî Kompanya Hana dikim. Ev kampanya cihê baweriyê ye. Bang li hemû cotyarên herêma Silêmanî û Helebçe dikim di demeke herî zû de alîkariyên xwe bigihînin mexdûrên erdhejê. Alîkariyên xwe radestî HDP û saziyên pê bawer bikin, ne desthilat û saziyên ser bi desthilatê. Li Hewlêrê rê neda ku alîkarî kom bikin, ji bo wê hatim Silêmanî li vir alîkariya xwe pêşkêş dikim.”
Mam Faris piştî alîkariya xwe pêşkêş kir, bi rêya telefonê bang li gelek cotyaran kir ku bên alîkariya xwe pêşkêşî xelkên mexdûrên erdhejê bikin.