Li Semsûrê hîna li piraniya cihên kavilan xebat nayê meşandin

72 saet bi ser erdhejê re derbas bû. Her çi qasî ku rayedarên dewleta Tirk dibêjin me xwe gihandiye her derê, li Semsûrê hîna li piraniya cihên kavilan xebat neyê meşandin. Li Semsûrê ji bo alîkariyê, pêwîstî bi hêza mirovan heye.

Li Mereşê piştî her du erdhejên ku ser hev qewimîn, rewş xirabtir dibe. Bi taybetî li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine, li Semsûr, Mereş, Elbîstan û Hatayê hîna gelek xebat nehatine destpêkirin.

Ji Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê Hatîce Akdag ku li Semsûrê ye, ji ANF’ê re axivî. Akdag diyar kir ku wan bi derfetên xwe torek alîkariyê ava kirine lê li vir xebatên rizgarkirinê naçin gelek cihên kavilan û wiha got: “Me weke HDP’ê li vir koordînasyonek a krîzê ava kir. Me li navendê ava kir, lê hîna halê hazir em neçûne navçeyan. Ji ber ku hemû rêveberiya me ya li vir jî di heman demê, mexdûrê erdhejê ye. Ji wî alî ve gelek pirsgirêkên cidî hene. Em hewl didin ku li vir xwe organîze bikin. Lê hem pêwîstî bi hêza mirovan heye, hem jî ji bo kel û pelên ku mirovan ji bajarên cuda şandine, pêdîviya me bi depoyê heye. Sê parlamenterên HDP’ê li vir bi me re ne; Abdullah Koç, Şevîn Coşkûn û Kemal Bulbul. Di heman demê de bi şandeyên me re, em serdana gel dikin û em hewl didin ku tirên alîkariyê yên ji bajaran hatine, bi rê ve bibin.

Hîna beşek mezin ê kavilan mîna xwe dimînin. Ne AFAD ne jî ji rayedarên dewletê, ti kes nehatiye. Li vir ti rayedarek nîne. Mirov hewl didin ku bi derfetên xwe bijîn yan jî xebatên rizgarkirinê bimeşînin. Li vir pêwîstî bi hêzek cidî ya mirovan heye.”