ROJEVA 9'Ê SIBATA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Piştî erdhejên bi dijwariya 7.8 û 7.7 pileyî yên li Bakurê Kurdistanê, bi milyonan mirov bi tenê hatine hiştin.

- KCDK-E'yê ragihand, meşa li Strasbourgê ya li dijî komploya 15'ê Sibatê ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê ji bo 8'ê Nîsanê hatiye taloqkirin.

- Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî ku di nava heyeta HDP'ê ya Mereşê de ye, diyar kir ku tablo gelekî giran e. Temellî girankirina Twitterê jî weke hewldanek ji bo nixumandina sûcên desthilatdariyê şîrove kir.

- Saziyên Kurd, şoreşger, çepgir û Elewî li gelek bajarên Brîtanyayê maseyên krîzê ava kirin û ji bo mexdûrên erdhejê dest bi kampanyayê kirin.