Şenol Koksal: Ger erdhej çênebûya wê li meclîsê biryara efûya îmare bihata dayîn

Koksal, anî ziman ku ji erdheja 17'ê Tebaxê ti tecrube nehatiye stendin û bi bîr xist ku ger ev erdhej çênebûya, wê di dema pêş de 'efûya îmarê' biketa rojeva meclîsê.

Ji Koordînasyona Krîzê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şenol Koksal têkildarî erdheja mezin a li Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

Koksal, anî ziman ku ew KESK li herêmê xebatên bi koordîne dimeşînin û wiha got: “Me nîqaş kir em dikarin çi bikin û piştre me biryar da ku em konan bişînin herêmê. Dewletê hinek kon daye lê têr nake. Me xebateke bi koordîne da meşandin û me maseyên krîzê ava kir. Me hevalên KESK’ê tevlî nav van koordînasyon û maseyên krîzê kir. Piştre me xwe gihand hêzên ked û demokrastiyê, odeyê pîşesaziyê û sendîkayan.”

Koksal anî ziman ku wan berê bi AFAD'ê re protokol îmze kiribûn û li gorî vê protokolê divê li herêmê bi hev re bixebitin û got ku tevî hemû daxwazan jî ew nikarin bi AFAD'ê re bixebitin û got “Me ji Wezareta Karên Hundir re nivîsand; me got ku em wek KESK’ê dixwazin ku berdevkên demkî yên platforma şaxên me li navendên koordînasyonê yên li herêma erdhejê û cihên din bi hev re bixebitin da ku di vê pêvajoya erdhejê de xebatek bi koordîne bê meşandin. Heta niha Wezareta Karên Hundir tu bersiv nedaye me. Me gazî AFAD'ê kir, bi rastî jî bi protokola ku AFAD'ê beriya me çêkiribû di perwerdeyê de bi AFAD'ê re hevkarî kir. Hatin rêveberên KESK’ê û xebatkarên KESK’ê perwerde kirin. Li gorî wê protokolê hûn dikarin bi AFAD'ê re weke endamekî KESK'ê yê perwerdekirî têkevin qadan û bi hev re bixebitin, lê ev tişt wisa pêk nehat.”

Koksal anî ziman ku erdheja li Kurdistanê ne tenê li herêmê, bandor li her kesî li Tirkiye û Kurdistanê kir û got “Erdhej ne bi tenê li 10 bajaran çêbûye. Mirov ji gelek bajarên cihê hatibûn ev bajarên ku erd lê hejiya. Ji ber vê erdhejê bandor li her dera welat kir.”

Koksal da zanîn ku ji erdheja 17’ê Tebaxê tu tecrube nehatine stendin û got “Heke erd nehejiya wê li meclîsê efûya ji bo îmarê bihata nîqaşkirin.  Wê avahiyên ku hatine hilweşandin heta niha hemû bihatina efûkirin. Wê rûhsat û belge bidana ev avahiyên riziyayî.”