Serlêdana ji bo Îmraliyê: Divê bi malbatên xwe yên li qadên erdhejê hevdîtinê bikin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din karibin bi malbatên xwe yên li qadên erdhejê hevdîtinê bikin, serlêdan kir.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo muwekîlên xwe Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serlêdan kir.

Parêzeran diyar kirin ji ber erdheja li Mereşê divê Abdullah Ocalan û girtiyên din karibin bi malbatên xwe hevdîtinê bikin.

Hate diyarkirin serlêdan di 7 û 8’ê Sibatê de li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê hatiye kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê got “Ji ber erdhejê mexdûriyet pêk hatiye û ji ber ku malbatên muwekîlên me li van herêman dijîn, me serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê da.Ji ber ku em bi tu awayî nikarin ji muwekîlên xwe agahiyan bistînin û muwekîlên me jî nikarin tu agahiyan werbigirin, me xwest divê hevdîtina bi malbat û parêzeran a muwekîlên me pêk were.”