ROJEVA 11'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
-Ehmedê Pîrê yê ji Kobanê ku sala 1986’an li Helebê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiriye, got: “Rêbertî, zêde bandor li civakê kir. Ew, ne şexsek e; lê fikir û çand û felsefe ye. Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û dixwazin civakê û Rêbertiyê ji hev qut bikin.”
- Demîr Çelîk: Dewlet bi rewakirina erdhejê re dixwaze Elewiyên Kurd sirgûnî metropolan bike û Îslama Tirk-Sunnî li wir ferz bike. Hikûmet dixwaze Kurdan bi taybetî jî Kurdên Elewî ji hev dûr bixe, hevgirtinê pûç bike û çanda hevkariyê bi dawî bike."