‘Li Îranê dibe ku 14 kes bên bidarvekirin’
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 14 kes dibe ku bên bidarvekirin û da xuyakirin ku hêzên Îranê bi êşkenceyê zor daye 10 kesan ku li xwe mikur werin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 14 kes dibe ku bên bidarvekirin û da xuyakirin ku hêzên Îranê bi êşkenceyê zor daye 10 kesan ku li xwe mikur werin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku 14 kesên li bajarên cuda yên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin, dibe ku bên bidarvekirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî anî ziman ku 14 kes bi sûcdarkirinên ne bi heqî hatine girtin û bi “darizandineke ne adilane“ mafê girtiyan hatiye binpêkirin.
Hat diyarkirin ku hêzên Îranê ji nav deh kesên dibe ku bên bidarvekirin, zor daye 10 kesan ku li xwe mikur werin.
Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de wiha hat gotin: “Cewad Rohî, Îbrahîm Narûyî, Kamiz Xirût, Mecîd Kazimî, Menûçehir Meman Newaz, Mensûr Dêmerde, Mehdî Behnan, Mihemed Brûxenî, Mihemed Ferîd, Mihemed Qubadlû, Salih Mîr Haşimî, Said Yaqûbî, Şuayîp Mîr Balûc Zehî Rîgî ku girtî ne, dibe ku bên bidarvekirin.“
Rêxistina Efûyê, daxwaz ji serdadgerê Îranê Xulam Hiseyn Muhsînî kir ku biryara bidarvekirina çalakgerên di çalakiyên protestoyî yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de hatine girtin, beta bike.
Meha çûyî, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bi rapora ku amade kir, got ku 109 çalakger dibe ku bên bidarvekirin.