Saçilik: 20 sal in talan dikin

Parlamenterê HDP'ê Velî Saçilik nerazîbûn nîşan da ku penaber weke talanker têne nîşandan û got, hewl didin hêrsa gel ji ser AKP'ê bibin.

Hevberdevkê Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP’ê Velî Saçilik diyar kir ku li herêma Hatayê gelek tîmên OSO û çete hene û got, "Ecêb e ku nerazîbûn li hemberî van nayê nîşandan. Nerazîbûn li hemberî wan kesan tê nîşandan ku bi keda xwe dixebitin û hewl didin jiyana xwe dewam bikin."

Piştî du erdhejên li Mereşê qewimîn, gotinên nîjadperest ji penaberên Sûriyeyî re hatin gotin. Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag û gelek hesabên medyaya dîjîtal ên nîjadperest, li dijî penaberên Sûriyeyî û Efxanî parvekirinên ku naveroka wan bi nefret, kiribûn. Bi taybetî agahiyên ku Ozdag belav kirine, hatin derewandin. Lê gotinên nîjadperest ne rawestan. Dîmenên kuştin û êşkenceyê yên li dijî Sûriyeyan hat kirin, hatin parvekirin.

Hevberdevkê Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP’ê Velî Saçilik ji ANF’ê re axivî. Saçilik diyar kir ku ji xwe penaber di malên xwe yên di bin şert û mercên herî xirab de, ne û got: “Bi taybetî li Hatayê gelek penaberên Sûriyeyî dijiyan. Li gorî agahiyên hevalên li qadê ne, gelek koçber di bin kavilan de ne. Di heman demê de em dizanin ku ji van koçberên ku sax mayîne, tevlî xebatên rizgarkirina mexdûrên erdhejê bûne.”

Saçilik destnîşan kir ku li vir bi awayek eşkere propaganda tê kirin ku berpirspariya AKP’ê û Qesrê bide jibîrkirin û got: “Nîjadperestî û êşkence tê rewakirin. AKP kamyonên HDP’ê jî di nav de gelek alîkariyan asteng dike.”

HEWL TÊ DAYÎN KU BERPIRSYARIYA AKP’Ê WERE JIBÎRKIRIN

Saçilik diyar kir ku ev 20 sal in talankariya esas ji aliyê AKP’ê û Qesrê ve tê kirin û wiha got: “Sedemê vê enkaz û hilweşînê jî ew in. Nûçeyên wan ên wisan hene ku kon û alîkarî ji aliyê koçberan ve tê birin. Me hevalên xwe ji vir şandin herêmê. Ewane ji me re diragihînin; ji xwe 5 rojan kon li holê nebûn. Roja yekem alîkariyek sererast nebû. Mirovên ku ji bo piştevaniyê diçûn wir, ji aliyê AFAD û polîsan ve ji wan re dihat gotin, ‘biçin mala xwe, li vir tiştek ku bê kirin nîne’. Bi vî awayî ew dişandin.”

Saçilik anî ziman ku berovajî nûçeyên ku derketine, xwe gihandina penaberan a alîkariyê jî bi pirsgirêk e û ev tişt got: “Ji ber ku piraniya wan bê nasmame ne, eger bimirin jî em ê nezandin. Rewş ew qas girîng e.”

LI HATAYÊ ÇETE HENE

Hevberdevkê Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP’ê Velî Saçilik bilêv kir ku li herêma Hatayê OSO û gelek tîmenên çeteyan bi dewletê re dixebitin û got: “Nizanin ji ber çiye, lê kes bertekê nîşanî vê yekê nade. Em dizanin ku alîkariya ku ji vir ji bo hilweşîna li Sûriyeyê diçe, ji aliyê wan ve tê talankirin. Ti bertekek li hember vê yekê nîne ku ev çeteyên selefî tiştên li Sûriyeyê dikin û li Hatayê di bin parastina dewletê de digerin û çi bê hiqûqiya ku bixwazin dikin. Bertek li hember wan kesan e yên ku bi keda xwe hewl didin bijîn.”