Hatîmogûllari: Armanca dezenformasyonê koçkirin e, em ê koç nekin!
Parlamentera Edeneyê ya HDP'î Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku armanc ji kampanya dezenformasyonê koçkirin e û got, "Em ê xaka xwe neterikînin."
Parlamentera Edeneyê ya HDP'î Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku armanc ji kampanya dezenformasyonê koçkirin e û got, "Em ê xaka xwe neterikînin."
Wekîla HDP'î Tulay Hatîmogûllari ku li Hatayê bi mexdûrên erdhejê re ye, bal kişand ser dezenformasyona giran a têkildarî qadên erdhejê.
Hatîmogûllari got, "Ez ji vê derê dixwazim ji gelê me re bibêjim: Dezenformasyoneke gelekî cidî heye, agahiyên şaş û derewîn têne belavkirin. Bêguman li hemberî bûyerên diziyê em tedbîrên xwe yên ewlekariyê werbigirin, lê belê yek ji sedema vê dezenformasyonê ew e ku xelkê li Antakya, Samandag û Defneyê bide koçberkirin."
Wekîla HDP'î got, "Em ê koç nekin, em ê xaka xwe neterikînin. Em têkoşîna xwe ya ji bo jiyanê dewam bikin û qadên xwe yên jiyanê ji nû ve ava bikin. Ji kerema xwe re, ne ji neçarî be, nexweşê xwe tune be bila kes koç neke. Em li warê xwe bimînin û bi hev re qadên xwe yên jiyanê ji nû ve ava bikin."