ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Amedê bi şîddeta 4.0 erd hejiya
Li navçeya Pîranê ya Amedê bi şîddeta 4.0 erd hejiya. -
Daxwaza herî mezin a xelkê Hatayê kon e
Bi erdhejên li navçeyên Samandag û Defne yên Hatayê re bêçaretiya mexdûrên erdhejê bi du qatî zêde bû. Daxwaza wan a herî mezin jî ew e ku kon bi destê wan bikeve. -
Erdogan hat Hatayê, lê xelkê Hatayê ew nedît
Parlamenterê HDP'ê Alî Kenanoglû diyar kir ku Erdogan hat Hatayê, lê gel ew nedît û got, "Rê ji bo wî hatibûn girtin, bend hatibûn danîn." -
ROJEVA 22'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Platforma Dengê Girtiyan ji bo piştevaniyê bang kir
Platforma Dengê Girtiyan destnîşan kir ku bi deh hezaran girtî ji erhdejê bi bandor bûne û ragihand ku bi xizmên girtiyan re dibin piştevan û li benda her mirovê/a hestewar in ku bibe tevkar li xebata wan a ji bo piştevaniya bi xizmên girtiyan re. -
‘Divê her mal, sazî û rêxistinên Kurdan bibin dibistanên zimanê Kurdî‘
Hevserokatiya KCDK-E’yê û Serokê PÎK‘ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya Navneteweyî daxuyaniyek nivîskî parve kirin û wiha gotin: “Ziman, nîşaneya hebûna neteweyan e. Divê her mal, sazî û rêxistinên Kurdan bibin dibistanên zimanê Kurdî.“ -
Li Girtîgeha Islahiyeyê êşkenceya gardiyanan
Li Girtîgeha Islahiyeyê gardiyanan, ji paş de destên girtiyan girêdan û girtî êşkence kirin. -
‘Stûnên girtîgehê xesar dîtine, em bi mirinê re rû bi rû hiştine‘
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Osmaniyeyê diyar kirin ku ji ber erdhejê sitûnên girtîgehê xesar dîtine û gotin: "Em bi mirinê re rû bi rû hiştine.“ -
Nijadperestekî êrîşî avahiya HDP’ê kir, walîtiyê êrîşkar parast
Dema ku nijadperestekî dikira li Stenbolê êrîşî avahiya HDP’ê bike hate astengkirin.Walîtiyê êrîşkar parast û got “derûniya wî ne baş e.” -
Sancar: Ev desthilatdarî berpirsyarê mirinê ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancat got, "Berpirsyarê mirina li erdhejê, mejiyê riziyayî ye; desthilatdarî bi xwe ye ku li ser rant, talan, derew û şer ava bûye. Em ê vê desthilatdariyê bişînin." -
Di 'Doza Akademiyê ya KCK'ê' de daxwaza 255 sal cezayê girtîgehê
Di 'Doza Akademiyê ya KCK'ê de ku li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yemîn a Stenbolê destpê kir, dozgeriyê xwest ku 17 kes bi 255 salan cezayê girtigîhê bêne cezakirin. -
Rapora HDK'ê: HDP felsefeya piştevaniyê diafirîne
HDK'ê li ser erdhejê rapor weşand û diyar kir ku dewlet li herêmê nîne. Di raporê de hate gotin, "HDP felsefeya alîkarî û piştevaniyê diafirîne." -
ECDC’ê li herêmên erdhejê ji bo nexweşiyan hişyarî da
Navenda Pêşîlêgirtina Nexweşiyan û Kontrolê ya Ewropayê (ECDC) diyar kir li herêmên erdhejê dibe ku nexweşiyên têger zêde bibe. -
HDP'ê têkildarî êşkenceya li Hatayê gilî kir
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û parêzerên partiyê têkildarî êşkenceya li navçeya Skenderûn a Hatayê li 10 kesan hate kirin, gilî kirin. -
Sedema esas a van karesatan planên îmarê ne
Endezyar Ercument Kîmyon li Hatayê ji ber dozên şexsî yên li dijî efûyên îmarê vekir, gelek caran hedef hat nîşandan. Kîmyon anî ziman ku kesên ku destûra ji bo îmarê dane, berpirsên karesatê ne. -
KJK: Divê her mal bibe dibistaneke Kurdî
Komîteya Perwedehiyê ya KJK’ê bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Dinyayê daxuyaniyek weşand û got “Divê her mal bibe dibistaneke ku ziman û çanda Kurd lê tê geşkirin.” -
Piştî erdheja 6.4 pileyî 73 erdhejên biçûk rû dan
Piştî erdheja bi 6.4 pileyî ya li navçeya Defneyê, 73 erdhejên biçûk rû dan. -
ROJEVA 21'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hişyariya ji bo 'avahiyên xesardîtî' yên Amedê
Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê, gel hişyar kir ku nekevin avahiyên xesardîtî yên li Taxa Mevlana Halît, Şeyh Şamîl û Hûzûrevleriyê. -
‘Bi Kurdî bixwînin, binivîsînin, biaxivin û bi Kurdî bifikirin’
Înstîtuya Kurdî ya li Elmanyayê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Bi Kurdî bixwînin, binivîsînin, biaxivin û bi Kurdî bifikirin.” -
Li Samandagiyê malbatek di bin kavilan de ma
Li navçeya Samandagi ya Hatayê bi pileya 6,4 erdhej çêbû. Piştî erdheja ewil, bi pileya 5,8'an erdhejeke din çêbû. Li navenda erdhejê Samandagiya, gelek avahî hilweşiyan û hat diyarkirin ku malbatek di bin kavilan de maye. -
EMSC: Ji peravê dûr bisekinin
Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Behraspî (EMSC), piştî erdhejên ku li Hatayê çêbûn îşaret bi tsûnamiyê kir û bang kir ku "ji peravê dûr bisekinin." -
Li Hatayê bi pileya 6,4 û 5,8 erdhej çêbû
Li navçeya Defne ya Hatayê bi pileya 6,4 erdhej çêbû. Piştî erdheja ewil, bi pileya 5,8'an erdhejeke din çêbû. Erdhej li bajar û navçeyên derdor hat hîskirin. -
Li Mexmûrê Mîhrîcana 4’ê Nîsanê dest pê kir
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi pêşengtiya Komîteya Perwerde ya Mexmûrê, 15’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê dest pê kir. -
Ji girtiyên ku li girtîgeha zerar dîtiye, pereyê sewqê hat xwestin
Hate hînbûn ku, girtiyên ku daxwaza sewqkirinê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îslahiye ya Dîlokê ku di erdhejên navenda wê Mereşê de zirar dîtibûn, pereyê sewqê xwestine.