Sedema esas a van karesatan planên îmarê ne
Endezyar Ercument Kîmyon li Hatayê ji ber dozên şexsî yên li dijî efûyên îmarê vekir, gelek caran hedef hat nîşandan. Kîmyon anî ziman ku kesên ku destûra ji bo îmarê dane, berpirsên karesatê ne.
Endezyar Ercument Kîmyon li Hatayê ji ber dozên şexsî yên li dijî efûyên îmarê vekir, gelek caran hedef hat nîşandan. Kîmyon anî ziman ku kesên ku destûra ji bo îmarê dane, berpirsên karesatê ne.
Piştî her du erdhejên mezin ên navenda wê Mereş e, bi taybetî jî yek ji mijarên herî zêde hat nîqaşkirin destûrên îmarê ya ji bo avahiyên hilweşiyayî, kontrol û darizandina kesên ji vê berpirsyar bû. Hevberdevkê Partiya Çepgir a Kesk a Hatayê û endezyar Ercument Kîmyon li Hatayê bi salên dirêj xebatên bajêr dike. Endezyar Ercument Kîmyon li dijî gelek destûrên îmarê dozên şexsî vekirine û lewma hedef hatiye nîşandan.
Hevberdevkê Partiya Çepgir a Kesk a Hatayê Ercument Kîmyon ji ANF’ê re qala berpirsyariya kesên destûra îmarê dayîne û çima di nava salekê de wê nekaribin bajaran ji nû ve ava bikin, kir.
Kîmyon diyar kir ku destpêkê şaredarî ji van îmaran berpisyar in û wiha got: “AKP çawa Tirkiyeyê bi sîstema xwe ya yek mêr bi rê ve dibe, şaredarî jî bi mantiqê rêveberiya yek mêr tên birêvebirin. Ti biryara ku şaredar nexwaze, li meclîsa şaredariyê nayê dayîn. Li vir nelirêtiyek mezin, dizî û polîtîkayên bajêr ên şaş ku dibe sedem mirov can û malên xwe ji dest bidin. Min rêveberiya Odeya Mîmaran jî kiriye. Muteahîtan, derdorên rantê êdî em weke rêveberiya odeya mîmaran nexwestin û hin kesên din îkna kirin.”
‘DESTPÊKÊ DIVÊ BIRYARÊN MECLÎSA ŞAREDARIYÊ WERIN LÊPIRSÎNKIRIN’
Endezyar Ercument Kîmyon destnîşan kir ku ji ber dozên ku vekirine hatiye hedefgirtin, êrîş li dijî wî hatiye kirin û ev tişt gotin: “Weke welatiyek ku xwedî li bajêr derkeve, min ji bo van planên îmarê dozên şexsî vekirin. Bawer bikin ez jî hejmara vê nizanim. 200 yan jî dibe 300 be. Sedemê esas ê van karesatan planên îmarê ne. Şaredar û guhertinên îmarê yên di meclîsa şaredariyê de, berpirsyarên sereke yên van tiştên qewimîne. Divê destpêkê biryarên dozger, rayedar, şaredar û meclîsa şaredariyê werin lêpirsînkirin.”
Me gotina Erdogan a “Em ê di nava salekê de ava bikin” ji endezyar Ercument Kîmyon pirs kir û ev tişt got: “Piştî ev qas ziraran, plankirina ji nû ve ya 2 yan 3 mehan de, karek wisan hêsan nîne. Divê xebatên cidî yên zanistî, bi mehan werin kirin. Niha gelek pirsgirêkên gel hene. Desthilatdariyek nîne ku van pirsgirêkan çareser bike, rêveberiya herêmî jî nîne. Ji ber ku em ne civakek rêxistinkirî ne, ev alîkarî jî rêkûpêk nayen kirin. Encamên vê karesatê wê wisa bidome. Pirsgirêkên van mirovan wê bi alîkariya çend rojan neyê çareserkirin. Divê demildest organîzasyona kampanyayek a alîkarê ya demdirêj were kirin.”