ROJEVA 22'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Parlamenterê HDP'ê Alî Kenanoglû diyar kir ku Erdogan hat Hatayê, lê gel ew nedît û got, "Rê ji bo wî hatibûn girtin, bend hatibûn danîn."
- Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç destnîşan kir ku karên dilxwazan û saziyên civakî yên sivîl nîşaneya wê yekê ye bê desthilatdarî çiqasî bêkêr e.
- Bi erdhejên li navçeyên Samandag û Defne yên Hatayê re bêçaretiya mexdûrên erdhejê bi du qatî zêde bû. Daxwaza wan a herî mezin jî ew e ku kon bi destê wan bikeve.