Li Hatayê bi pileya 6,4 û 5,8 erdhej çêbû

Li navçeya Defne ya Hatayê bi pileya 6,4 erdhej çêbû. Piştî erdheja ewil, bi pileya 5,8'an erdhejeke din çêbû. Erdhej li bajar û navçeyên derdor hat hîskirin.

Li navçeya Defne ya Hatayê li gorî saeta herêmî bi pileya 6,4 erdhej çêbû. Piştî erdheja ewil, bi pileya 5,8'an erdhejeke din çêbû. Erdhej li bajar û navçeyên derdor hat hîskirin.

Hate zanîn ku erdhej li Amed û Edeneyê hate hîskirin. Her wiha erdhej li Sûriye, Misir û Libnanê hate hîskirin.

Resetxaneya Kandîlliyê daxuyand ku navenda erdhejê Samandagiya Hatayê ye.

Hat diyarkirin ku piştî erdheja bi pileya 6,4 erdhejeke din a bi pileya 5,8 çêbûye.