ROJEVA 21'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan: Bila gel çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û ji vê sîstema rantxuriyê rizgar bibe. Bigihêje wê asta ewlehiya siyasî ku afetên xwezayî nikaribe xisarê lê bike. Hewldanên me ji bo vê ne.
- Ahmet Gun ku ji Şirnexê berê xwe da Semsûrê û alîkariyê bi erdhejzedeyan re dike diyar kir ku wî li vê derê dewlet nedît, lê zarokên Kurd dît.
- Kurdî û zimanên din ên di dema rejîma Baasê de bûn qurbanê siyaseta şoven, bi Şoreşa Rojava re ji nû ve zindî bûn. Şoreşê kir ku her kes karibe bi rengekî azad zimanê xwe hîn bibe, dîroka zimanê xwe lêkolîn bike.
- Komîteya Perwerdeyê ya KJK'ê têkildarî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyanî da û got, "Malbatên Kurd divê bi têgihiştina 'ziman nasname û hebûna me ye' mala xwe bike dibistaneke pêşvebirina ziman û çanda Kurdî."
- Gelê Kurd bi qedexeya li ser zimanê xwe dest bi 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî dike.