Nijadperestekî êrîşî avahiya HDP’ê kir, walîtiyê êrîşkar parast

Dema ku nijadperestekî dikira li Stenbolê êrîşî avahiya HDP’ê bike hate astengkirin.Walîtiyê êrîşkar parast û got “derûniya wî ne baş e.”

Nijadperestê bi navê Mehmet Beyazit êrîşî avahiya HDP’ê ya li Stenbolê kir. Êrîşkar dema ku got “Hûn terorîst in” endamên HDP’ê ew dan sekinandin û nehiştin êrîş bike.

Êrîşkar diyar kir mala wî li Kagithaneyê ye û du kesên bi navê Mehmet û Ferhat ew ji Camiya Harmantepeyê ji bo êrîşa li dijî HDP’ê şandine.

HDP’yiyan êrîşkar teslîmî polîsan kir û giliyê wî kirin.

Hate diyarkirin wê êrîşkar sibê sewqî edliyeyê were kirin.

Piştî êrîşê Walîtiyê bi lezgînî daxuyanî da û diyar kir êrîşkar berê jî gelek sûcên wekî ‘tacîz û gefa zayendî’, ‘xisar daye alav û amûran’ û gelek sûcên din kiriye.

Walîtiyê îddîa kir ku êrîşkar demekê çûye Nexweşxaneneya Nexweşiyên Derûnî û Tendirustiya Ruh a Ord. Prof. Dr. Mazhar Osman, tedawî bûye û qeyda wî li vê nexweşxaneyê heye. Ev agahî hê ji aliyê çavkaniyên serbixwe nehatine piştrastkirin.