Li Mexmûrê Mîhrîcana 4’ê Nîsanê dest pê kir
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi pêşengtiya Komîteya Perwerde ya Mexmûrê, 15’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê dest pê kir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi pêşengtiya Komîteya Perwerde ya Mexmûrê, 15’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê dest pê kir.
Bi boneya 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) mîhrîcan tê lidarxistin.
Îsal jî bi pêşengtiya Komîteya Perwerde ya Mexmûrê, 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê hat organîzekirin.
Mihrîcan wekî her sal bi tûrnuvaya futbolê destpê kir. Beriya ku Mîhrîcan were destpêkirin li ser giyanê tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêz hate girtin.
Piştre li ser wate û girîngiya Mîhrîcanê Mamoste Mûstafa Ergen axivî û 15’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî cangoriyên azadiyê kir û got: “Em ê wek hersal bi coşeke mezin Mîhrîcana 4’ê Nîsanê pîroz bikin. Ji bo wê em ji niha de rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Wê îsal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em hêvî dikin ku di sala nû de bi Rêber Apo re 4’ê Nîsanê pîroz bikin.”
Piştî axaftina vekirinê 15’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê bi tûrnuvaya futbolê destpê kir. Wê çalakiyên ji bo mîhrîcanê heta 4’ê Nîsanê berdewam bikin.