Li Girtîgeha Islahiyeyê êşkenceya gardiyanan

Li Girtîgeha Islahiyeyê gardiyanan, ji paş de destên girtiyan girêdan û girtî êşkence kirin.

Li Girtîgeha Islahiye ya Tîpa T'yê îro danê sibehê gardiyanan êrîşî girtiyên siyasî kir. Gardiyên ku ji bo hejmariyê çûn qawîşa C-23'yan, ji 6 gritiyên siyasî re gotin "hûn rêzê li me nagirin" û êrîşî wan kirin. Gelek gardiyanan, ji paş de destên girtiyan girêdan û ew li korîdorê serdevkî dirêj kirin. Hat destnîşankirin ku di dema êşkenceyê de xwîn ji devê girtiyan hatiye. Hat hînkirin ku paşê midûrê girtîgehê hatiye cihê bûyerê û ji girtiyan re gotiye gardiyan nû ne, "ji ber ku we nas nakin serî li rêbazeke wiha dane."

Malbata girtî Îlhamî Îşçî anî ziman ku ji ber ku girtiyên siyasî bûne rastî êrîşê hatine. Malbataê ev tişt ragihandin: "Gelek gardiyan, di hejmariya serê sibehê de ji nişka ve êrîş birine ser wan. Xwîn ji dev û pozên wan hatiye. Tew ji ber ku qirika yekî hişka jidandine xwîn ji devê wî pejiqiye. Belesebeb li wan xistine. Her wiha xeber jî ji wan re gotine. Ji ber ku siyasî ne, ji wan re gotine 'hûn terorîst in.' Hem tahdeyeke derûnî hem jî ya fîzîkî li wan kirine."