‘Bi Kurdî bixwînin, binivîsînin, biaxivin û bi Kurdî bifikirin’
Înstîtuya Kurdî ya li Elmanyayê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Bi Kurdî bixwînin, binivîsînin, biaxivin û bi Kurdî bifikirin.”
Înstîtuya Kurdî ya li Elmanyayê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Bi Kurdî bixwînin, binivîsînin, biaxivin û bi Kurdî bifikirin.”
Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist a li Elmanyayê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da. Înstîtûta Kurdî, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelên bindest ên cîhanê, bi taybetî li gelên Kurdistanê pîroz kir.
Daxuyaniya Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist a li Elmanyayê wiha ye:
“21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ye. Dema ku Bengladeş di bin bandora dewleta Pakîstanê de bû ku jê re Pakîstana Rojhilat dihat gotin, ji aliyê desthilatdariya Îslamabadê ve hat xwestin ku zimanê Urdû bibe zimanê Gelê Bengalî yê fermî. Li ser vê yekê Bengaliyan nerazîbûna xwe nîşan da û gelek mitîng û xwepêşandan pêk hatin. Di çalakîyên 21’ê Sibata 1952’ an de li Dakkaya Serbajarê Bengladeşê pênc xwendekarên li ’Dhaka Medical College’, yên ku dixwastin zimanê ’Bengalî’ wek zimanê fermî bê qebûlkirin, ji alîyê polîsên dewleta Pakîstanê ve hatin kuştin. Her wiha ji bo bîranîna van cîwanan û girîngîya zimanê dayikê, ji aliyê UNESCO’yê ve 47 salan piştî vê bûyerê, ango di 17’ê Mijdara 1999’an de, 21ê Sibatê wek ’Roja Zimanê Dayikê’ hat pejirandin. Di sala 2000’î de cara yekem ev roj hat pîrozkirin û her wiha heta îro her sal di 21’ê Sibatê tê pîrozkirin.
Zimanê ku bi taybet mirov ji dayika xwe û civaka xwe dibihîze û fêr dibe re zimanê dayikê tê gotin. Zimanê dayikê kesayeta civakî ya mirovan diafirîne. Ya herî pewîst û giring ev e ku netewe û hişmendiya neteweyî bi hevkariya vî zimanî derdikeve holê û dirûvê werdigire. Di cîhanê de her neteweyek bi zimanê dayika xwe tê nasîn. Kurd bi Kurdî, Tirk bi Tirkî, Faris bi Farisî û Ereb jî bi Erebî dipeyîvin û tên nasîn. Ji bo ku netewe karibin hebûna xwe bidomînin, divê zimanê xwe yê dayikê biparêzin û di hemû qadên jiyanê de bikarbînin. Li gorî raporeke UNESCO’yê di cîhanê de nêzîkî 6 hezar ziman hene. Di vê sedsala ku em tê de dijîn, ji van zimanan nêzikî 2 hezar 500 (li cîhanê), li Tirkiyeyê jî 18 ziman ber bi windabûnê ve diçin. Ji wan zimanan yek jî zaravaya Kirmanckî ango Zazakî ye.
Windabûna zimanan, windabûna çand, civak, gel û netewan e. Ziman û netewe bi hev re girêdayî ne û hebûn û tunebûna hevdu ne. Mirov çi qas zimanê xwe biparêze, ew qas jî hebûna xwe diparêze. Em çi qas rûmet û qîmetê bidin zimanê xwe, ew qas jî didin xwe û neteweya xwe. Dema ku ziman ji jiyana rojane û ji çandê, nivîsê û ji qadên zanistîyê derbikeve, mehkûmê mirinê dibe. Ziman zindî ye, bi jiyana civakan re diherike û dimeşe. Zindîtîya zimanê me tenê dikare bi axaftin, nivîsandin û jiyaneke Kurdî re were berdewamkirin. Di parastin û dewlemendkirina zimanê me de çi bikeve ser milê kê, divê vê erka xwe ya neteweyê bi cih bînin û hemû kes, dezgeh û sazî, xebatên xwe bi her awayî bidomînin.
Bi sedsalan e, di erdnîgarîya Rojhilata Navîn de, zimanê Kurdî di bin bandora înkar, bişavtin û tunekirinê de maye. Lê bi alîkarîya berhemên zargotinî (wêjeya devkî) û bi axaftin û lorikên dayikan û dengbêjan li ser pêyan maye û winda nebûye. Ji ber vê yekê em li ber hemû kesên ku di mal û malbatên xwe de Kurdî bikaranîne û bikartînin, bejna xwe ditewînin. Kurdî çiqas qedexe bûye, ew qas jî bi alîkariya dayik û gelê me, bi rewşeke xwezayî dewlemendiya xwe berdewam kiriye û hatiye parastin. Ji bo zimanê me zindî bimîne, pêwîst e ku em hemû Kurd, di mal û malbatên xwe de, di sazî û dezgehan de, di danûstandin û bazaran de bi xwezayî zimanê Kurdî bikarbînin. Kurdî zimanekî tewangbar, herikbar, bi rêzik û qeydeyên taybet û dewlemend e. Ji ber vê yekê winda nebûye. Me ji dapîr û babîrên xwe, ji dê û bavên xwe emanet girtîye. Ev emanetê ku ev qas dewlemend û rengîn, me çawa ji dê û dapîran, ji bav û kalan girtiye, divê em ê bi wî awayî, bi alav û derfetên rojane radestî pêşerojê bikin.
Civakên ku zimanê xwe neparêzin û rûmetê nadin zimanê xwe, di bin bandora ziman, çand û hunerên din de dimînin, ji çand, huner û zimanê xwe û ji xwe dûr û bîyanî dikevin. Kesên ku ji zimanê xwe dûr bikeve, ji çanda xwe, hebûn, kesayetî û nasnameya xwe jî dûr dikeve. Ji ber wê yekê bikaranîna ziman, hebûn û tunebûna netewan e û dermanê yekîtiyê ye. Li kû derê dibe bila bibe, perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo mirov mafeke herî bingehîn e.
Bi vê bîr û baweriyê em 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê, li hemû gelên bindest ên cihanê, bi taybetî jî li gelên Kurdistanê pîroz dikin û dibêjîn; bi Kurdî bixwînin, binivîsînin, biaxivin û bi Kurdî bifikirin.”