ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Şoreşger ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidar xistin
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidar xistin. Ciwanan biryar da ku navenda hemû çalakiyan azadiya fîzîkî ya Ocalan be. -
KESK: Divê hikûmet demildest îstifa bike
Şandeyek ji Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) serdana navçe û gundên Semsûrê kirin. Şande xwest ku divê bloka AKP-MHP’ê demilset îstifa bike ku berpirsê hilweşînê ye. -
HDP li Hataya tax bi tax bi gel re ye
HDP li navçeya Defneya Hatayê tax bi tax pêwîstiyên gel tesbît dike û dibe alîkar. -
Li Hesekê 64 şervanên azadiyê hatin bîranîn
Li Hesekê ji bo 64 şervanên azadiyê yên ku di dîrokên cihê de şehîd bûbûn, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdan kirin. -
Bûldan: Em ê ji bo welatek bêyî şer û rantê, vê desthilatdariyê bişînin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got: “Em ê ji bo welatek bêyî rant, mêtingerî, derew û şer vê desthilatdariyê bişînin. Rojeve lezgîn rizgarbûna ji desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.” -
Rêxistinên hiqûqê giliyê Erdogan û wezîran kirin
Rêxistinên hiqûqê ji ber xemsariya dema erdhejê ku bû sedema mirina bi deh hezaran kesî, giliyê Serokkomar û wezîrên pêwendîdar kirin. -
HDP ber bi navenda giştî ya Kizilayê dimeşe
Heyeta HDP'ê ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî di nav de ye, ber bi Navenda Giştî ya Kizilayê dimeşe. -
Dadgeha Bilind biryara beraata leşkerên ku êrîşî Pirtûkxaneya Ûmûtê kiribûn, erê kir
Dadgeha Bilind biryara beraata serbazên bi nave Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ên ku li Şemzînanê êrîşî Pirtûkxaneya Ûmûtê kiribûn, erê kir. -
Polîs li Hatayê hewl dide ku Parka Sevgiyê vala bike
Polîsan xwest ku Parka Sevgiyê ya li Hatayê vala bike ku konên sazî û kesên dilxwazên alîkarî lê ne. -
'Em ê birînên xwe jî bipêçin, hesab jî bipirsin'
Koçyîgît a HDP'î ragihand ku bi erdhejê re jî hate dîtin ku hikumeta AKP-MHP'ê ji her alî ve dijminê gelan e û got, "Em ê ji aliyekî ve birînên xwe bipêçin, li aliyê din jî li gel hev bin û hesab bipirsin." -
ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Îzmîrê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
Li navçeya Foçayê ya Îzmîrê bi pileya 4,1 erdhej çêbû. -
Li Meletiyê çalakiya konvedanê
Gelê ku nikare kon werbigire, li ber leşkergehê li hev civiyan. Di dawiya çalakiyê de nêzî 200 pêwîstiyên konan hatin pêşwazî kirin. -
Di erdheja li Meletiyê de 3 kes di bin kavilan de mane
Hat diyarkirin ku di erdheja bi pileya 5,6 a li Meletiyê de 3 kes di bin kavilan de mane. Zêdeyî 100 kes jî birine nexweşxaneyê. -
Di êrîşa dewleta Tirk de jinek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker li jineke ku li ber pezên xwe bû, da. Di êrîşê de jinek birîndar bû. -
Li Tirbespiyê 29 şehîd hatin bîranîn
29 kesên ku di mehên Çile û Sibatê de li qadên cihê şehîd bûne, li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê hatin bîranîn. -
Ferît Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were wê çalakiya me bidome
Malbata Şenyaşar li Rihayê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne û diyar kir ku heta edalet pêk tê, ew ê li ber edliyeyê bin. -
Goruroglû: Keda min a 40 salan di deqîqeyekê de ji holê rabû
Cotkarê bi navê Mehmet Goruroglû yê ku li Guzelbûrça Antakyayê xisar gihişt xaniyê wî û erdê wî bû parçe got “Keda min a 40 salan di deqîqeyekê de ji holê rabû." -
Demîr: Polîtîkaya bêcezatiyê êrîş zêde kirin
Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku êrîşên nîjadperest ên li herêma erdhejê, kuştina mirovan ya li qereqolê, êşkence û muameleya xirab zêde bûne û got ku sedemê vê yekê polîtîkaya bêcezatiyê ye. -
Heyetek ji Rojava serdana zanîngehên li Elmanyayê kir
Heyetek ji Rojava serdana hin zanîngehên li Elmanyayê kir. Endama heyetê Dîjle Haîdar got, ew dixwazin projeyên hevpar û zanîngeha dost pêk bînin. -
ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Firotina konan a Kizilayê hat protestokirin
Endamên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê ku ji bo protestokirina firotina konan a Kizilayê li ber avahiya Partiya Karkeran a Tirkiyeyê ya Stenbolê hatin ba hev, bi êşkence hatin destgîrkirin. -
Polîsan êrîş bir ser çalakiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê
Koordînasyona Erdhejê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê bi şiara “Ne erdhej, pergala we ya rantparêz kuşt. Niha gava piştevaniyê ye“ xwest li Kadikoyê çalakî li dar bixe, polîsan êrîş bir ser çalakgeran û gelek kes bi êşkence destgîr kirin. -
Li Antakyayê êşkence li sê kesan hat kirin
Komîsyona Têkoşîna Li Dijî Êşkenceyê ya ÇHD’ê nerazîbûn nîşan da ku li Antakyayê ji aliyê polîsên taybet ve êşkence li sê kesan hat kirin.