Ferît Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were wê çalakiya me bidome

Malbata Şenyaşar li Rihayê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne û diyar kir ku heta edalet pêk tê, ew ê li ber edliyeyê bin.

Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 707’an de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar îro di danê sibehê de ji Pirsûsê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi Nobeta Edaletê kirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Edalet” vekirin.

Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û diyar kir ku nêzî 2 sal in çalakiya wan a Nobeta Edaletê berdewam dike. Bi domdarî Şenyaşar ev tişt anî ziman: “Di nava van her du salan de me her roj li ber edliyeyê hewara edaletê kir. Piştî erdhejê, ev hewar li her devera welat olan dibe. Her roj polîs û dozger li ber me re derbas dibin ew jî van hewarên me dibihîzin. Herî dawî jî li welatê me erdhejeke mezin çêbû. Ji ber ku avahî saxlem nehatine çekirin, rê li ber karesateke mezin vekir. Niha jî li her deverê hewara ‘dewlet li ku ye’ olan dide. Divê desthilatdarî ji van bertekan hêrs nebe. Nexwe wê karesateke din rû bide. Ti mafê rayedarên dewletê nîne ku xwe ji bertekên gel aciz bikin.”

Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku doza wan doza heqîqetê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Bi milyonan kes doza me dişopînin. Tevî ku heqîqet derkete holê jî dozger erka xwe bi cih nayîne. Heta edalet pêk tê û birayê min tê berdan em ê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê bidomînin.”