'Em ê birînên xwe jî bipêçin, hesab jî bipirsin'

Koçyîgît a HDP'î ragihand ku bi erdhejê re jî hate dîtin ku hikumeta AKP-MHP'ê ji her alî ve dijminê gelan e û got, "Em ê ji aliyekî ve birînên xwe bipêçin, li aliyê din jî li gel hev bin û hesab bipirsin."

Parlamentera Mûşê ya HDP'î Gulistan Kiliç Koçyîgît got, tevî ku sê hefte di ser erdhejê re derbas bûne pirsgirêka ava paqij, paqijî û konan hîn dewam dike, mirov hîn jî li derve dimînin.

Koçyîgît ji ANF'ê re qala çavdêriyên xwe yên li herêma erdhejê kir. Koçyîgît diyar kir, bûyera ku qewimî felaketeke navxweyî bû û got, "Li aliyekî felaketa erdhejê heye, li aliyê din jî felaketa AKP-MHP'ê heye ku jê mezintir e. Dema ku em çûn herêmên erdhejê me bi rengekî eşkere dît ku pirsgirêk ne tenê erdhej e. Di ser erdhejê re 22 roj derbas bûne, lê hîn jî cih hene ku kon negihîştine, bi deh hezaran mirov hene ku kon bi destê wan neketiye. Di dema erdhejê de mirov bi zorê derketin derve û 22 roj in li derve dimînin, hewl didin li dora êgir xwe germ bikin. Ji ber ku rêvebirineke rasteqîn a dema afetê nîne, ji ber feraseta rantxuriyê ya AKP-MHP'ê mirov bi tenê hatine hiştin."

'DESTHILATDARÎ DIJMINÊ GEL E'

Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku li bajarên erdhej lê qewimî, metirsiya nexweşiyên şewbê heye û wiha dewam kir: "Li gelek bajaran nexweşxane xera bûne û derfetên tenduristiyê bi destê mirovan nakeve. Li nexweşxaneyên sahra tenê alîkariya destpêkê dikare bê kirin. 22 roj in cenaze di binê enqazan de ne. 22 roj in kon ji gel re nehatiye dayin, radibin kon difiroşin. Me timî digot bê ev dewlet, ev desthilatdarî desthilatdariya kê ye. Me got ku dijminê gel e ku bi vê erdhejê re careke din piştrast bû. Polîtîkaya veguherînê ya AKP'ê di tenduristiyê de kir, polîtîkayeke hilweşînê bû. Sîstema tenduristiyê ya heyî tasfiye kir, pêşkêşî bazarê kir û mafê tenduristiyê veguheran malekî ku li bazarê bê firotin. Pesnê xwe bi Nexweşxaneyên Bajêr dianîn, lê yên ku destpêkê xera bûn ew Nexweşxaneyên Bajêr bûn. Em bi desthilatdariyeke welê re rû bi rû ne ku ji her alî ve dijberê civakê ye, dijminê gel e. Em ê ji aliyekî ve birînên xwe bipêçin, li aliyê din jî li gel hev bisekinin lê ti carî hesabpirsînê jî ji bîr nekin."