Li Hesekê 64 şervanên azadiyê hatin bîranîn

Li Hesekê ji bo 64 şervanên azadiyê yên ku di dîrokên cihê de şehîd bûbûn, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo 64 şervanên ku di meha Sibatê de şehîd bûne, merasîmeke bîranînê li dar xistin.

Merasîma bîranîna 64 şehîdên meha Sibatê li Hola Reşo a Taxa El Meşrefiyê ya bajarê Hesekê hate kirin. B dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û malbatên şehîdan tevlî merasîmê bûn.

Li Hola Reşo wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên şehîdan hatin daliqandin. Malbatên şehîdan jî wêneyên 64 şehîdan hilgirtin.

Di merasîmê de rêveberê Meclîsa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hemîd Hesen diyar kir ku tu kes nikare projeya neteweya demokratîk têk bibin.

Hesen diyar kir her çi qas dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş û gefên xwe zêde bikin jî wê nikarin hêzên wan qels bixin. Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir û got: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin û li dijî hemû êrîşkaran li ber xwe bidin. Heta azadiya fîzîkî Abdullah Ocalan wê têkoşîna me bidome.”

Piştre sînevîzyona li ser Komploya Navneteweyî û wêneyên şehîdên QSD û YPG’ê hat nîşandan.