Goruroglû: Keda min a 40 salan di deqîqeyekê de ji holê rabû
Cotkarê bi navê Mehmet Goruroglû yê ku li Guzelbûrça Antakyayê xisar gihişt xaniyê wî û erdê wî bû parçe got “Keda min a 40 salan di deqîqeyekê de ji holê rabû."
Cotkarê bi navê Mehmet Goruroglû yê ku li Guzelbûrça Antakyayê xisar gihişt xaniyê wî û erdê wî bû parçe got “Keda min a 40 salan di deqîqeyekê de ji holê rabû."
Piştî erdheja mezin a di 6'ê Sibatê de, li Taxa Guzelburç a navçeya Antakyaya Hatayê xaniyê du kat ê cotkarê bi navê Mehmet Gorûroglû xera bû û zeviya wî jî bû du parçe. Goruroglû bi rojan tevî hevsera xwe di wesayîtê de ma, ji ber ku nekarî terka xanî û erdê xwe bike, di konan de dijî. Goruroglû ji ANF'ê re axivî û got, "Keda min a 40 salan di deqîqeyekê de ji holê rabû."
Goruroglû diyar kir ku di dema erdhejê de li ser pêyan bû û got: “Min ê nimêj bikira, min av dabû ser sobeyê, yan na min ê nizanibûya wê çi bibûya. Ji ber ku em li bin guhê dîwaran diketin, em bi zor ji malê derketin. Dema em derketin derve, eme dît ax qelişiye. Wekî kabûsê bû.”
Goruroglu, da zanîn ku asfalta rêya Reyhanli-Îskenderûnê jî qelişîbû û gelek wesayît ketibûn nav çalê. Goruroglû diyar kir bi rojan kes nehatine hewara wan û got “Bi rojan ne dewlet, ne AFAD û ne jî kesekî din hatin. Em di wesayîtê de radizan."
Goruroglû diyar kir zeviya wî li ser xeta fayê bû û got “Me marol çandibû. Niha êdî em nikarin li ser erdê xwe tiştekî biçînin. Keda min a 40 salan di rojekê de ji holê rabû. Ji bo çêkirina vî xaniyî em 30 salan xebitîn. Piştî erdhejê bi du hefteyan me kon bi dest xist. Cihek tuneye ku ez biçim wir. Her tiştê me li vir e. Em bimirim jî em dev ji vir bernadin. Ji bo ku em dîsa vir ava bikin gelek pere lazim e, hêza me têr nake. Em ji dewletê alîkariyê dixwazin.”