Li Antakyayê êşkence li sê kesan hat kirin

Komîsyona Têkoşîna Li Dijî Êşkenceyê ya ÇHD’ê nerazîbûn nîşan da ku li Antakyayê ji aliyê polîsên taybet ve êşkence li sê kesan hat kirin.

Komîsyona Têkoşîna Li Dijî Êşkenceyê ya Komeleya Hiqûqnasên Serdemê (ÇHD) daxuyaniyek li ser medyaya dîjîtal da û diyar kir ku li Antakyayê ji aliyê polîsan taybet ve êşkence li sê kesan hat kirin.

Hat zanîn ku kesên êşkence li wan hatiye kirin O.T û du biraziyên wî ne û hat gotin ku şeva 24’ê Sibatê li kolana ku mala wan lê ye, êşkence li wan hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Bi kabzayên çekan li serê muvekîlan hatiye xistin û li kolanê bi deqîqeyan êşkence li wan hatiye kirin. Telefonên wan bi zorê jê hatine wergirtin û piştre hatine berdan. Muvekîl O.T piştî êşkenceyê demekê li ser hişê xwe çû. Hîna jî muvekîl di aliyê windahiya hafizê ya girêdayî travmayê de, pirsgirêkan dijî. Muvekîlan 25.02.2023’an îfade dan endamên me û giliyê polîsên taybet kirin ku êşkence li wan kiribû.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîsan li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê hewl daye ku O.T dest ji gilîkirina polîsan berde.

ÇHD’ê ev tişt jî got: “Kesên êşkence kirine û kesên hewl dane ku êşkenceyê binixumînin jî, ji vî sûcî berpirsyar in. Divê di derbarê hemû berpirsyaran de, demildest lêpirsîn were destpêkirin.”