Li Meletiyê çalakiya konvedanê
Gelê ku nikare kon werbigire, li ber leşkergehê li hev civiyan. Di dawiya çalakiyê de nêzî 200 pêwîstiyên konan hatin pêşwazî kirin.
Gelê ku nikare kon werbigire, li ber leşkergehê li hev civiyan. Di dawiya çalakiyê de nêzî 200 pêwîstiyên konan hatin pêşwazî kirin.
Li Taxa Hanimin Çîftlîgî ya Meletiyê ku yek ji bajarên lê erdhej çêbûye, gelê ku nikare kon werbigire li ber leşkergeha li taxê li hev civiyan. Nêzî 150 kes li ber leşkergehê kom bûn, her wiha Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu û heyeta pê re jî amade bûn.
Gel diyar kir ku bêrê 200 kon dane wan, lê pêwîstiya wan bi hezar û 500 konan heye. Parlementer Ayşe Surucu jî fermandarê leşkergehê re got ku divê pirsgirêka konan a welatiyan were çareserkirin. Fermandarê leşkerî jî diyar kir ku muxataba vê walî ye.
Hate hînbûn ku di encama çalakiyê de nêzî 200 pêwîstiyên konan hatine pêşwazî kirin.