Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdan kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin, ku 2 sal in agahî jê nayê girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.