ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Berdevkê Buroya Piştevaniyê ya Enqereyê ya DBP'ê Karataş got, li gel astengiyên hikumetê jî ew ê tora piştevaniyê mezin bikin.
- Li Semsûrê ku piştî erdheja 6'ê Sibatê ji sedî 80'ê hilweşiya, bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji hin malbatan bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji malbata Filikî 35 kes mirin.
- Heyetek ji Rojava serdana hin zanîngehên li Elmanyayê kir. Endamna heyetê Dîjle Haîdar got, ew dixwazin projeyên hevpar û zanîngeha dost pêk bînin.
- Koma Cûdî albûma 'Apo Newroz e' meha Adarê pêşkêş dike. Klîba destpêkê jî wê Adarê bê weşandin.