Demîr: Polîtîkaya bêcezatiyê êrîş zêde kirin
Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku êrîşên nîjadperest ên li herêma erdhejê, kuştina mirovan ya li qereqolê, êşkence û muameleya xirab zêde bûne û got ku sedemê vê yekê polîtîkaya bêcezatiyê ye.
Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku êrîşên nîjadperest ên li herêma erdhejê, kuştina mirovan ya li qereqolê, êşkence û muameleya xirab zêde bûne û got ku sedemê vê yekê polîtîkaya bêcezatiyê ye.
Piştî erdheja Mereşê, êrîşên nîjadperest û bûyerên lîncê li herêmê qewimîn. Dîmen derketin holê ku bi îdîaya talankirinê êşkence li gelek kesan hat kirin. Li Hatayê Ahmet Gureşçî ku bi îdîaya ‘talanker’ hatibû birina qereqola jendirmeyan û li wir jiyana xwe ji dest dabû. Di otopsiyê de diyar bû ku pozê Gureşçî şikestiye û xwîn çûye ser mejiyê wî. Derketibû holê ku şopên derbê li ser bedena birayê wî Sabrî Gureşçî hebûn.
Parêzer Cemal Demîr têkildarî zêdebûna êrîşên nîjadperest a piştî erdhejê, bêcezahiştina êrîşkaran, êşkence û muameleya xirab a ji aliyên tîmên taybet ve, ji ANF’ê re axivî.
Demîr bal kişand ku êşkence û muameleya xirab a erkdarên ewlehiyê, di çapemeniyê de hatine weşandin û wiha got: “Ev yek bi tunehesibandina hiqûq û qanûnan hatine kirin. Sedema vê yekê polîtîkaya ‘bêcezatiyê’ ye. Jixwe tê zanîn ku desthilatdariya heyî di salên dawî de, bi polîtîkayên xwe yên nîjadperest desthilatdariya xwe didomîne.”
JI BO FAÎL WERIN DÎTIN, DIVÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ
Demîr diyar kir ku divê dozgerên komarê demildest lêpirsînê bidin destpêkirin û sûcdar werin tespîtkirin û tişta pêwîst were kirin. Demîr ev tişt got: “Eger dewletek îdîa dike ku ew dewletek hiqûqî ye, divê di serî de ew bi xwe girêdayî qanûnên xwe be. Divê hiqûq li dijî faîlên vê sûcê bikeve nava liv û tevgerê.”
EM BI ENKAZ Û KRÎZA DEWLETÊ RE RÛ BI RÛ MAN
Demîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevî ku tê zanîn welêt li ser xeta fayê ya erdhejê ye û berê gelek erdhej qewimîne, desthilatdariya ku welêt bi rê ve dibe heta niha tedbîrên pêwîst negirtiye û dixwaze bi têgihiştina îmarê ya li ser esasê rant û ruşvetê, vê hilweşînê hîn zêdetir bike. Piştî erdhejê di dema xwe de mudaxele nehat kirin û mexdûrên erdhejê bi tenê hatin hiştin. Piştî karesata erdhejê ya herî dawî, em bi enkaz û krîza dewletê re rû bi rû man. Tevî ku di demê xwe de mudaxele nehat kirin, alîkarî û mudaxeleya gel, rêxistinên sivîl û saziyên navneteweyî hatine astengkirin.”