Di erdheja li Meletiyê de 3 kes di bin kavilan de mane

Hat diyarkirin ku di erdheja bi pileya 5,6 a li Meletiyê de 3 kes di bin kavilan de mane. Zêdeyî 100 kes jî birine nexweşxaneyê.

Di erdheja bi pileya 5,6 a li Meletiyê de, 29 avahî hilweşiyan ku di erdheja berê de zirar dîtine. Ji 5 ji van avahiyan, xebata rizgarkirinê hat destpêkirin. Di van avahiyan de Azîz Delîktaş û keça wî Şeyma Delîktaş bi saxî ji kavila li Apartmana Kardelen a li navçeya Yeşîlyûrtê hatin derxistin. Hat diyarkirin ku di kavila Apartmana 6 qatî ya li Taxa Zaferê de 3 kes hene û hat îdîakirin ku ev her sê kes dema ku avahî hilweşiyaye di wesayîtê de bûne. Xebatên li Apartmana Çeçen û apartmana Bûharayê ya li heman taxê jî didomin.

103 BIRÎNDAR LI NEXWEŞXANEYÊ NE

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku 103 birîndar li nexweşxaneyê, 5 ji van birine emeliyatê û 3 jî di unîteya beşa lezgîn de ne.

AFAD’ê jî ragihand ku 29 avahî hilweşiyane, 32 kes bi saxî ji kavilan hatine derxistin, 110 kes birîndar bûne û li 2 avahiyan jî xebatên rizgarkirinê didomin.

Kesek ku xebatên rizgarkirinê dişopîne, diyar kir ku dengê xwe daye AKP’ê û ev bertek nîşan da: “Bila ev destê min bişikesta, min deng da wan. Bila Xwedê belaya min bide, min deng da wan.”