Di êrîşa dewleta Tirk de jinek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker li jineke ku li ber pezên xwe bû, da. Di êrîşê de jinek birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker li jineke ku li ber pezên xwe bû, da. Di êrîşê de jinek birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku hatin stendin îro piştî nîvro dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li welatiya bi navê Wedha Elî Faris dan. Jina bi navê Wedha dema pezê xwe li derdora gundê Dirdara yê rojhilatê navçeya Til Temirê diçêrand, bû hedefa êrîşa dewleta Tirk.
Wedha ya ku ji lingê xwe yê çepê de birîndar bûbû, li nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê tê tedawîkirin.