HDP ber bi navenda giştî ya Kizilayê dimeşe
Heyeta HDP'ê ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî di nav de ye, ber bi Navenda Giştî ya Kizilayê dimeşe.
Heyeta HDP'ê ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî di nav de ye, ber bi Navenda Giştî ya Kizilayê dimeşe.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar jî di nav de heyetek ji HDP'ê ber bi Navenda Giştî ya Kizilayê dimeşe ku bi firotina konan ketiye rojevê.
HDP'iyan xwestin xwe bigihînin avahiya Kizilayê, lê belê li pêşiya kolanê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Kolan ji aliyê bi sedan polîsan ve hatiye dorpêçkirin. HDP'î li herêmê tê astengkirin.