ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat nerazîbûn nîşanî gotina 'felaketa sedsalê' ya desthilatdariya li Tirkiyeyê da û got, "Eger wê qala felaketa sedsalê bê kirin, hingî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê felaketa sedsalê ye."

- Koçyîgît a HDP'î ragihand ku bi erdhejê re jî hate dîtin ku hikumeta AKP-MHP'ê ji her alî ve dijminê gelan e û got, "Em ê ji aliyekî ve birînên xwe bipêçin, li aliyê din jî li gel hev bin û hesa bipirsin."

- Gerîla Eylem Zêvkan ji xwe re kir esas ku bide ser şopa Zîlan û Sema û jiyaneke mezin kir para xwe.

- Skender anî ziman ku divê dewleta Şengalê jinûve ava bike û got: “Eger nikaribe Şengalê ava bike, bila penaberan vegerîne ser cih û warên wan, yan jî bila çarenûsa keç û jinên Êzidî yên di destê DAÎŞ’ê de bibîne û wan li malbatên wan vegerîne."

- Ciwanê Mexmûrî Salih Kara, êş û azarên dayika wî kişandî kir ku bi hewldan û derfetên xwe bibe hekîmek û ji giha dermên ji bo nexweşan çêbike.