Li Tirbespiyê 29 şehîd hatin bîranîn
29 kesên ku di mehên Çile û Sibatê de li qadên cihê şehîd bûne, li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê hatin bîranîn.
29 kesên ku di mehên Çile û Sibatê de li qadên cihê şehîd bûne, li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê hatin bîranîn.
Merasîma bibîranînê li hola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Tirbespiyê hate lidarxistin. Bi dehan şênî, malbatên şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê û patriyên siyasî tevlî bîranînê bûn.
Li cihê merasîmê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên şehîdan hatin daliqandin.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, wêneyên 29 şehîdên HPG/YJA-Starê, YPG/YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatin pêşandan û li nirxandinên Rêber Ocalan ên li ser şehadetê û şehîdan hat guhdarîkirin.
Piştre Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Hec Ebdî Xelef axivî û bal kişand ser êrişên çeteyên Cebhet El Nusra, DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker û diyar kir ku keç û xortên herêmê li hember wan êrişan li ber xwe didin û êrişan têk dibin.
Ebdî soz da ku heta xeyalên şehîdên a avakirina civaka azad û demokratîk pêk were wê têbikoşin û têkoşînê geştir bikin.
Piştî axaftinan navên 29 şehîdan hat xwendin. Merasîm bi dirûşmeyên mîna “Şehîd Namirin” bi dawî bû.