Ciwanên Şoreşger ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidar xistin
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidar xistin. Ciwanan biryar da ku navenda hemû çalakiyan azadiya fîzîkî ya Ocalan be.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidar xistin. Ciwanan biryar da ku navenda hemû çalakiyan azadiya fîzîkî ya Ocalan be.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi tevlîbûna dehan endamên xwe, li Zanîngeha Kobanê bi dirûşma ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo Ne’ civîna xwe ya asayî ya salane lidar xist.
Salona civînê bi wêneyên şehîdên ciwanên şoreşger û dîsa wêneyên Rêber Apo hatibûn xemilandin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hate lidar xistin.
Piştre jî Berdevkê ciwanên Herêma Firatê Mehemd Mehmûd axivî û bal kişand ser rewşa herêmê û berxwedana li Herêmên Parastina Medyayê tên kirin.
Dewama civînê sînevîzyonek hate nîşandan, piştre jî perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ciwanan hate xwendin.
Her wiha piştre jî ciwanan rewşa rêxistinî nîqaş kirin û gihiştin hinek biryaran.
Di biryarên hatin girtin de hate diyarkirin ku divê navenda hemû çalakiyên ciwanan ji bo azadiya fîzîkîya Ocalan be.
Dîsa perwerdekirina ciwanan esas bê girtin, li ser Şerê Gel ê Şoreşgerî semîner, civîn û sînevîzyon bên nîşandan. Li dijî êrîş û xiyanetê meş bên lidarxistin.
Civîn bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bûn.