Daxwaza herî mezin a xelkê Hatayê kon e
Bi erdhejên li navçeyên Samandag û Defne yên Hatayê re bêçaretiya mexdûrên erdhejê bi du qatî zêde bû. Daxwaza wan a herî mezin jî ew e ku kon bi destê wan bikeve.
Bi erdhejên li navçeyên Samandag û Defne yên Hatayê re bêçaretiya mexdûrên erdhejê bi du qatî zêde bû. Daxwaza wan a herî mezin jî ew e ku kon bi destê wan bikeve.
Xelkê Hatayê 20'ê Sibatê bi erdhejên li Samandag û Defne careke din hejiya. Ji ber erdhejê xaniyên ku xisar li wan bû bû li her du navçeyan xera bûn. Her wiha elektrîk jî bi temamî qut bû. Şêniyên bajêr ji ber tirs û fikara erdhejê di vê zivistanê de bi şev li derve ma. Xelkê Hatayê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku yekane daxwaza wan koneke ku karibin xwe lê bistirînin.
MALÊ KU XISAR LÊ BÛ BÛ, HILWEŞIYAN
Erdheja bi mezinahiya 6.4 pileyî ya 20'ê Sibatê li Defneyê qewimî, bandora herî giran li taxa Ekîncî kir. Xaniyên ku xisar dîtibûn di nava çend kêliyan de hemû hilweşiyan. Mirovên ku xaniyên wan xera bûn û li dora agir civiyan, ketin pey derdê peydakirina konan. Di roja 16'an a erdhejê de ber bi sibehê ve 75 konên alîkariyê ji Erebistana Siûdî hatin anîn. Lê belê ji bo vê taxa ku nifûsa xwe 30 hezar kes e têrê nekir û bû sedema kaosê. Xelkê taxê rayedarekî bi tenê jî nedît, lewma hêrsa xwe bi du qatî zêde bû.
KEYAYÊ EKÎNCÎ ÛÇAR: BI ROJANE MÎNA EM DI DOJEHÊ DE NE
Keyayê taxê Can Tekîn Ûçar diyar kir ku xelkê herêmê bi rojane hewl dide ku konekî peyda bike û got, "Bi rojane mîna ku em di dojehê de ne." Ûçar ragihand ku taxa Ekîncî berdêleke giran di erdhejê de û anî ziman ku ji sedî 70 ê avahiyan hilweşiyane. Ûçar diyar kir ku di encama erdheja 6.4 pileyî de du avahî li ber çavên wî hilweşiyan û nerazîbûn nîşanî hin qenalên nûçeyan da ku li taxê weşan kirin û mîna ku her tişt asayî ye nîşan dan.
Ûçar bi dewamî got, ji bo bersivê bidin pêwîstiyên wan ên bingehîn ew ti rayedarên dewletê nabînin.
'16 ROJ IN KON, AV Û ELEKTRÎK NÎNE'
Ûçar diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a li taxê kon e û got, "16 roj derbas bûn, lê hînê kon nîne. Hîn ê av û elektrîk nîne. Zarok, extiyar, ciwan mirov hîn jî di hundirê wesayitan de ne, bi rêbazên berê hewl didin ji xwe re stargehek ji naylonan çêbikin, li binê wan radizên. Konên ku gelekî kêm in têra kesî nake, lê belê çapemeniya neteweyî nûçeyên derewîn çêdike, avahiyek neketiye didin pişt xwe û hewl didin rewşê bi vî rengî nîşan bidin. Armanca van ew e ku pêşî li alîkariya ji bo taxa me bigirin."
'HÊZ DI ME DE NE MA KU KARIBIN LI BER XWE BIDIN'
Şêniyekî taxê jî got, "Ji stresê em êdî îdare nakin. Di nava enqazan de em 11 kes di nava hev de li binê konekî dimînin. Alîkariya kon nayê kirin." Şêniyekî din jî got, "Em mirin, me her tiştên xwe ji dest dan, alîkariyê bi me re bikin."
AFAD'Ê GOT 'BILA XWEDÊ ALÎKARIYÊ BI WE RE BIKE'
Li Samandagê ku erdheja bi mezinahiya 5.8 pile rû da, rewşa xwe ji ya navçeya Defne ne cudatir e. Xelkê ku bi rojane li benda konan e ji dubarekirina heman tiştî êdî bêzar bûye. Li taxa Çîgdedeyê, Şekîp Yilmaz ku tevî dayika xwe ya extiyar a 85 salî xwe li rawestgeheke otobusê girtiye, anî ziman ku ti alîkarî ji dewletê nehat, 16 roj in ew di vê sermayê de li derve ne. Yilmaz diyar kir ku di erdheja dawî de xaniyê wan ê xisar lê bû bû, hilweşiya û got "Me hewl da tîmên AFAD'ê di rê de bisekininîn, lê belê tişta ji me re gotin 'Bila Xwedê alîkariyê bi we re bike'. Dayika min extiyar e, nikare bimeşe, nikare rabe lê belê neçar dimîne ku di nava van şert û mercan de bijî. Em li Tirkiyeyê dimînin, welatiyên vê derê ne lê belê me tiştekî bi vî rengî nedîtin. Em di nava bêçaretiyê de hatin hiştin. Cihekî ku em biçin nîne, em bi vî rengî man."
'JI BER KU ALAVÊN ME DI HUNDIRÊ XANÎ DE NE, EM NIKARIN VÊ DERÊ BITERIKÎNIN'
Alî Şahûtogûllari li ber mala xwe ya li ber hilweşînê ye, bi hewldana konek peyda kir û lê dimîne. Şahûtogûllari anî ziman ku di dema erdhejê de li Nexweşxaneya Akdenîzê ya Antakyayê bavê wî ji mirinê re hate hiştin û got, "Ji ber ku bavê min li nexweşxaneyê hiştin, di binê nexweşxaneyê de ma û jiyana xwe ji dest da. Em niha weke 20 kesên ji malbatê li binê vî konê biçûk dimînin. Ne ji dewletê ne jî ji keya ne jî kesekî din alîkarî nehat. Mala me li ber hilweşînê ye, ji bo alavên me neyê dizîn em li vir in, li ber wan nobedê digirin. Heywanên me jî li vir in, cihekî ku em biçin nîne."