Platforma Dengê Girtiyan ji bo piştevaniyê bang kir

Platforma Dengê Girtiyan destnîşan kir ku bi deh hezaran girtî ji erhdejê bi bandor bûne û ragihand ku bi xizmên girtiyan re dibin piştevan û li benda her mirovê/a hestewar in ku bibe tevkar li xebata wan a ji bo piştevaniya bi xizmên girtiyan re.

Platforma Dengê Girtiyan (TSP) diyar kir ku li herêmên erdhej lê rabûye, 17 hezar û 600 girtî û nêzîkê 70 hezar xizmên girtiyan ji ber erdhejê bi bandor bûne. Platfofrmê destnîşan kir ku divê dewleta Tirk bike ku girtî û xizmên xwe bikarin demildest hay ji hev û din çêbibin û da zanîn ku ji roja pêşîn a erdhejê ve ew ji bo peydekirina hewcedariyên bingehîn ên mexdûrên erdhejê dixebitin.

GIRTÎ Û XIZMÊN XWE JI ERDHEJÊ BI BANDOR BÛNE

 Platformê, bi daxuyaniyê ev tişt dan xuyakirin: “Ji ber erdheja navenda rabûna wê Mereş bû, li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Rojava û Sûriyeyê bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da, bi sed hezaran kes birîndar bûn. Bi milyonan kes bê cih û war man. Ji ber ku dewletê dereng dest bi xebata lêgerîn û xelaskirinê kir, zêdetir kesan jiyana xwe ji dest da. Kesên dilxwaz ku diçin hawara xelkê, ji aliyê dewletê ve tên astengkirin.“

Komeleya di Pergala Înfaz a Cezayê de Civaka Sivîl (CÎSST), têkildarê rewşa girtîgehên li herêmên erdhejê de daxuyaniyeke bi nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li gorî daneyên Meclîsê û yên li ser înternetê, li Mereşê hezar û 830, li Dîlokê 7 hezar û 600, li Ozmaniyeyê herî kêm hezar û 240, li Semsûrê nêzî 3 hezar û 500 û li Semsûrê û bajarên din bi giştî 17 hezar û 600 girtî yekser bandor ji erdhejê girtine.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku dibe ku xizmên girtiyan jî ji erdhejê yekser bi bandor bûbin û wiha hatiye gotin: "Li gorî agahiyên me ji girtiyan û xizmên girtiyan û ji çapemeniyê wergirtine, qismek girtiyên di girtîgehên li 6 bajarên herêmê de sewqî bajarine din hatine kirin û qismek jê jî hîn di girtîgehên herêmê de tên girtin.“

Di daxuyaniyê de hatiye xwestin ku ji xeynî mafê heyî, mafekê din ê telefonê jî ji bo girtiyan esas bê girtin, mafê ku girtî bersiva telefonên xizmên xwe bidin, girtiyên ji Sûriyeyê agahiyê ji xizmên xwe yên ji erdhejê girtine, bigirin û mafê hevdîtina bi dîmen esas bê girtin.

CÎSST'ê di daxuyaniya xwe de xwest ku Wezareta Dadê demildest rewş girtîgehên li herêma erdhejê û rewşa girtiyan bi raya giştî re parve bike.