Ji girtiyên ku li girtîgeha zerar dîtiye, pereyê sewqê hat xwestin

Hate hînbûn ku, girtiyên ku daxwaza sewqkirinê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îslahiye ya Dîlokê ku di erdhejên navenda wê Mereşê de zirar dîtibûn, pereyê sewqê xwestine.

Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îslahiyeyê, tevî ku di erdhejê de zerar dîtiye jî, ji girtiyên daxwaza sewqkirinê dikin 'pere' dixwaze.

Ji girtiyan Dilbarî Karaagaç di hevdîtina bi hevjîna xwe Behiye Karaagaç re fikarên xwe yên ji bo ewlehiya canê xwe anî ziman.

Karaagaç anî ziman ku, pêdiviyên wan ên mecbûrî yên wekî av û kantînê nayên pêk anîn û wiha got: “Rojê 4 şûşe av didin me. Bi rojan e em nikarin serê xwe bişon. Em nexweş dikevin, ne bijîşk û ne jî derman heye."

Behiye Karaagaç got, “Girtîgeh li ser xeta erdhejê ye. Ji ber erdhejê di girtîgehê de jixwe hilweşîn hene. Ji ber erdhejên ku her roj diqewimin derûniya girtiyan xera bûye. "