‘Divê her mal, sazî û rêxistinên Kurdan bibin dibistanên zimanê Kurdî‘

Hevserokatiya KCDK-E’yê û Serokê PÎK‘ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya Navneteweyî daxuyaniyek nivîskî parve kirin û wiha gotin: “Ziman, nîşaneya hebûna neteweyan e. Divê her mal, sazî û rêxistinên Kurdan bibin dibistanên zimanê Kurdî.“

Hevserokatiya Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Serokê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya Navneteweyî daxuyaniyek nivîskî parve kirin.

‘ZIMAN NÎŞANEYA HEBÛNA NETEWEYAN E‘

Hevserokatiya KCDK-E’yê anî ziman ku ziman, nîşaneya hebûna neteweyan e û got: “Koka dîroka civakan, bi ziman û çandê kifş dibe. Ziman, hişmendî û fêrbûna dîrokê ye. Xwebûn û xwenaskirin e. Tunekirin, an qedexekirina ziman, sûcê herî mezin ê li hemberê mirovahiyê ye.  Qirkirin û birina koka civakan e. Rizgarî, azadî an jî serxwebûna neteweyan, li ser hişmendî, vîn û biryara bikaranîna ziman, bi dest dikeve. Em, tengezarî, qedexe û zordariya li ser zimanê Kurdî, bi rêya vê roja watedar şermezar dikin û bang li hemû gelê xwe dikin ku di hemû kar, xebat û jiyana xwe de zimanê xwe bi kar bînin.“

‘ZAROKÊN XWE FÊRÎ ZIMANÊ XWE BIKIN‘

Hevserokatiya KCDK-E’yê bang li civaka Kurdistanê kir û got: “Zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin û zimanê dagirkeran ji jiyana xwe derxin. Her mal, sazî û rêxistinên Kurdan divê bibin dibistanên zimanê Kurdî. Em, Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, bi van hest,helwest û bangawaziyan pîroz dikin û dibêjin ku zimanê me nasname û hebûna me ye. Em, bi Kurdî û Kurdewar bijîn.“

‘Ê KU LI BER ZIMANÊ ZIKMAKÎ RABE Û QEDEXE BIKE, LI BER EMRÊ XWEDÊ RADIBE‘

Serokê PÎK’ê jî daxuyaniyek nivîskî da û 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kir. Serokê PÎK’ê anî ziman ku zimanê zikmakî, hebûn û jiyana civakê ye û got: “Zimanê neteweyên, mafekê xwezayî ye,  kî ku li ber zimanê zikmakî rabibe û qedexe bike, li ber emrê Xwedê radibe.

Di Qurana pîroz de wiha tê emirkirin:

Ji nîşaneya Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, ziman û rengên wê ji hev cuda çêkirine. Bêguman di vê de ji bo mirovên zana, ders û îbret hene. Li gor fehma vê ayetê, mirovê ku înkara zimanekî  bike, her wekî ku  înkara nîşaneyeke ji nîşaneyên qudreta Xwedê bike û li ber xaliqiyata Xwedê rabibe.

Sed sal in rejîma kemalîst li ser zimanê gelê Kurd sîyaseta înkarê û asîmîlasyonê bi rê ve dibe. Zarokên Kurdan, nikarin bi zikmakê zikmakî di dibistananda perwerde bibin. Dewlate Tirk, bi vê sîyaseta înkarê, derûnî û jiyana zarokan Kurdan zêde xera dike. Lewma, pêwîst e ku em li zimanê xwe bibin xwedî û zarokên xwe bi zimanê zikmakî perwerde bikin. Ji bo pêşeroja zarokên xwe, li ser me hemû Kurdan ferz e ku li ser erdê xwe azad bijîn, kar û xebatê bikin. Neteweyên bêziman, tu car nabin dewlet.“