HDP'ê têkildarî êşkenceya li Hatayê gilî kir

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û parêzerên partiyê têkildarî êşkenceya li navçeya Skenderûn a Hatayê li 10 kesan hate kirin, gilî kirin.

Li gorî daxuyaniya HDP'ê, di serlêdanê de hate xwestin ku Waliyê Hatayê û Midûrê Emniyetê, Midûrê Emniyetê ya navçeya Skenderûnê û wezîfedarên cemaweriyê yên êşkence kirine bikevin ber lêpirsînê.

Di gilîkirinê de hate ragihandin ku êşkenceyeke giran li 10 kesan hate kirin ku hatibûn destgîrkirin.

Di serlêdanê de hate gotin, "Li mirovên bêguneh ên ku di erdhejê de xizmên xwe ji dest dan, malên wan hilweşiyan, neçar man ji kargehên xwe biçin, ji aliyê personelên cemaweriyê ve êşkenceyeke giran hate kirin" û dîmenê vê êşkenceyê bi dozgeriyê re hate parvekirin.